Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daîreya Koçê dersînorkirina pîra 91 salî rawestand

Hat weşandin tisdag 18 oktober 2011 kl 11.58
Xwepêşandêrên li Arlanda’yê dilgeş in piştî ku biryara dersînorkirinê hat rawestandin. Wêne: Anders Wiklund/Scanpix.

Biryara dersînorkirina pîra 91 salî Ganna Chyzhevska ji bo demekê hat rawestandin. Daîreya Koçê da xuyakirin ku biryara dersînorkirinê du hefteyan paşve tê avêtin piştî ku dadgeha Europayê biryar da ku bi awayek lezgîn dersînorkirinê rawestîne. Li gorî rojnameya Aftonbladet dema ku biryar ji pîrê re hat ragihandin ew li ser rêya balafirgeha Arlandayê bû. Heta doh jî Daîreya Koçê diyar kiribû ew dê biryara dersînorkirina Ganna Chyzhevska bi cîh bînin digel ku pîrê bi nexweşiya xurifînê ye, hema bêje kor e û ji dilê xwe nerehet e.

Îro weke mînak Xaça Sor a Swêdê bang li Daîreya Koçê kiriye ku biryara xwe jinûve binirxîne. Parêzer Louise Bjurwill ku ev bîst sal in li Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî kar dike, nerazîbûna xwe li dijî biryara dersînorkirinê diyar kir. Û biryara dersînorkirinê ji bo demekê hate rawestandin.

Wezîrê Koçê Tobias Billström nexwestiye vê take-bûyerê şîrove bike û destnîşanî kiriye bi qaîdeya ”mercên taybet” ya qanûna biyanîtiyê ya ku encama lihevkirinek berfireh ya siyasî ye.

- Halî hazir tu sedem nîne ku em vê qaîdeyê biguherin yan jî jê paşve bikişin, Billström gotiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".