Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd di siyaseta avûhewayê de sist bûye

Hat weşandin tisdag 18 oktober 2011 kl 13.29
Siyaseta avûhewayê
(6:22 min)
Wêne: Jonathan Hayward - Scanpix

Rêxistina Greenpeace dibêje di siyaseta avûhewayê de Swêdê pêşengî ji dest berdaye û ew imkana di destê xwe de nabîne. Lêkolîner jî rexnegirin û dixwazin Swêd rolek çalaktir bigre ser xwe û dibêjin bandora siyaseteke jîngehê ya wêrek û gavavêtinên di vî warî de li Swêdê dikarin tesîreke pir mezin li siyaseta jîngehê ya cîhanî tev bike.

- Divê li bîra me be ku Swêd dewleteke piçûk e, lewma imkanên wê heya deverekê sînorkirî ne. Lê dîsa jî eger bi mebesta bandorkirinê mirov stratejîk û lihevkirî tevbigere mirov dikare rolek mezin bilîze û tesîrek mezin bike.

Ev gotinên Johan Gars in ku lêkolînek derbarê siyaseta avûhewayê ya Swêdê de weşandiye.

Kêmtir ji %0,2 yê Växthuseffekt, ango berdana bermayiya gaza serayê ku jîngehê xerab dike ji Swêdê dertê. Ev jî tê wê wateyê ku çiqas em berdana bermayiyan kêm bikin jî bi serê xwe ti bandora mezin li jîngehê nake. Lê eger Swêd bikaribe bandorekê li dewletên bihêz ku tesîrek wan ya mezin li ser avûhewayê heye û berdana bermayiyên wan zêde ne karibe bike wê demê guhertin dikare mezin be.

Û di vir de derfetek mezin dikeve destê dewletek piçûk wek Swêdê, dibêje Johan Gars. Kovara kesk ya lîberal Fores wezîfe dabû Gars ku li ser avûhewayê û lêkolînên aborî yên li ser mijarê de hûr bibe. Wek mînak wî danûstandinên protokola Kyoto berçav re derbas kirine û ferq kiriye ku Hollenda dewrek mezin lîstiye:

- Xalek ku li wir derdikeve pêş ew e ku Hollenda berya biçe danûstandina hin gav ji bo başkirina jîngehê avêtibûn. Ji ber ku wan ji xwe gav avêtibûn baweriya bi wan xurt bû û loma di bazariyan de rolek ji texmînan meztir lîstin û bandorek wan ya mezin çêbû.

Lêkolîner Johan Gars dibêje: ”ji ber van sedeman berdana bermayiyên karbondîoksîdê ku bi tonan tên hejmartin nêrînek teng e”. Bandora siyaseteke jîngehê ya wêrek û gavavêtinên di vî warî de li Swêdê dikarin tesîreke pir mezin li siyaseta jîngehê ya cîhanî tev bike.

Lê, li gor berpirsa siyaseta enerjiyê ya rêxistina Greenpeace li welatên bakur Martina Krüger hin elametên nexêrê hene ku mirov dixe nav fikara bê gelo Swêd ber bi kû ve diçe. Wek mînak tê xwestin ku bê şert û merc YE berdana bermayiyan heya sala 2020ê ji dêla ji %20, ji %30 kêm bike, lê Swêd ti xebatê ji bo vê nake.  Li gor Krüger Swêd pêşengiya xwe ya di warê siyaseta avûhewa, yan iklîmê de winda kiriye.

- Swêdê pêşengî ji dest berdaye û ew imkana di destê xwe de nabîne. Bê ku li ser me pir biha bibe Swêdê karîbû ev xebat bimeşanda.

Û tişta vêga herî girîng ku pêdiviya danûstandinên li ser avûhewa cîhanî pê heye dewletên ku berpirsiyartî digrin ser xwe û pêşengiyê bikin in, dibêje Martina Krüger ji Greenpeace.

Krüger bi berdewamî dibêje berya civîna zîrweyê ya di miha 12an de ku li Durban, li Afrîka Başûr dê bê lidarxistin rewşek “waiting game” heye, ango kesek naxwaze gava yekem bavêje heya ku aliyek din neavêje, loma herkes sekinî ye.

- Eger em du salên din jî di rewşa halê hazir de bimînin, wê demê em imkana çareseriyê winda dikin. Em ê vê firsetê ji dest berdin û paşê avûhewa wê bikeve rewşek kambax de.

Mesele ne tenê dîtina tedbîr û çareyên avûhewayê ye. Ji bo ku mirov ji dewletên din re bibe nimûne divê mirov nîşan bide bê tedbîr çawa tên girtin û herwiha bide xuyakirin ku çare ewqasî jî ne bihane wek ku herkes bawer dike. Lêkolîner Johan Gars dibêje di vê hêlê de Swêdê ti karê baş nekiriye. Û ew matmayî ye ku ew rastî ti nirxandinên derheqê ”Mînaka Swêdî” de nehatiye.

- Ji sala 1990î ve berdana bermayiyên Swêdê derdorê ji %17 kêm bûye, ji hêlek din di heman demê de tempoya mezinbûnê gelek baş bûyee. Eger mirov bi zelalî û zanîn karibiya vê raxe ber çavan, mirov dikarîbû argumentên ku dibêjin kêmkirina bermayiyan biha ye pûç derxistiba.

Nexêr, dibêje Johan Gars. Fikarên ku siyasetek bi hewes ya avûhewayê wê pir biha be mibalexe ne û nerast in.

Lê, eger mirov berovajî li pirsê binêre. Ma ti qezenca aborî ya dewletek wek Swêdê tê de heye ku di siyaseta avûhewayê de rolek pêşeng bigre ser xwe?

Bersiava lêkolîner Johan Gars li ser vê pirsê erê ye, qezenca Swêd wê tê de hebe. Wek mînak eger mirov teknîka ji bo jîngehê baş pêş de bibe, mirov dikare bifiroşe derveyî welêt. Lê qezenca herî mezin ku Swêd wê bidest bixe bandora ku êdî wek pêşeng dikare bilîze ye. Ger mirov demdirêjî lê binere mesrefa ku li jîngehê biçe sermayeyek baş e.

- Eger mirov li kêmkirina berdana bermayiyan bigere xweguhertinek mezin derdikeve pêşber mirov. Çiqas zû mirov dest bi guhertineke gav bi gav bike ewqas jî mesrefa mirov wê kêmtir be. [Duration:0:15]

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".