Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Biryara DB komeleyên leyîskvanan xiste nav tirsê

Hat weşandin tisdag 18 oktober 2011 kl 14.20
Wêne: Fredrik Persson

Biryara Dadgeha Bilind di derbarê otomatên leyîskan ku ne girêdaya Svenska Spel e ka legal in yan na, Federasyona Tiryakên Leyiskan dike nav tirsê de. Ew hêvî dikin ku Dadgeh hemû otomatên leyiskên ku ne di nav Svenska Spelin qedexe bike.

Ger Dadgeh van leyîskan qedexe bike dê makinên leyiskan li welêt gelek kêmtir bûya. Li Malmöyê li dikanek de Irene ku navê wê tiştek din e, ber otomatê Jack Vegasê rûniştîye û bi kêf leyîska xwe dilîze.

Irene kêfxweşiya xwe ji leyiskê bilêv dike û dibêje ku ew him ji bo qexenckirinê û him jî heyecana wê dilêze.

Mikael Nilsson ji Malmöyê, xumarbazek  mezin bû berê û nihajî dom dike. Ew bêtir behsa xumarbaziya xwe dike û dibêje ku xumar wi bi tundî kêşaya xwe û dema dileyze ew dilê wî  bi coş û şad dikeve.

Mikael Nilsson, från Malmö, har varit en storspelare och är fortfarande spelberoende, som han själv kallar sig. Vi träffas i en hotellfoajé och pratar om hans missbruk.

Mikael Nillsson dom dike ku ew gelek girêdaya leyîskan bûye lê ev ne ji ber hebûna makineyan  bûye, ev daxwaz ya wî bixwe bû ye.Mikael dibêje ku dema wî destbi leyiska xwe dikir, ew dikete dinyayek din, û hemû derdûtasayên wî wunda dibûn, ew dilşad û bextewar dibû.

Mikael Nilsson îro di komeleya Tiryakên Leyiskê li Malmöyê kar dike. Spelberoendens Förening. Komeleyên bi vê rengê ji federasyona tiryakên leyiskê li hemû Swêdê heye niha.

Mikael Nillson ji bo xwe ji vê girêdayîne filitîne gelek têkoşaye lê belê sala 2004 an de alikarî xwestiye cara yeke, Lê dîsa jî dema tiştek dihate serî nedikariya li hember daxwaziya leyîskê rawestiyaya. Û ji ber vê yekê jî xwestiye xwe bikuje dema nekariye bixwe. Piştî şêwîrandina bi komeleyê re cuye tedaviyê ku gelek jê re  gelek baş hatiye. Geşta wî ya jiyanek baş ji nûve destpêkiriye ji Mikael re.

Kim Grahn seroka Federasyona Tiryakên Leyiskê ye. Ew jî guh dide çîroka Mikael Nilsson. Ew jî çiroka xwe dibêje ku ew bixwe û mêrê wê jî tiryakên leyîşkê bûne û rojên gelek nexweş borandine. Lê dema mirov bi kesên din re diaxive dilê mirov gelek hênik dibe dibêje Kim Grahn.

Svenska Spels ku şirketek dewletî ye û li ser piyasaya leyisk û qûmaran li Swêdê bi qanûnî kar dike.

Li gor qanûnê tenê Svenska Spels dikareli ser leyisk û makineyên leyiskan biryar bide. Lê ger Dadgeha Bilind destûr bide dê gelek bêtir  otomatên  bên kar bikin ku girêdayâ serveren welatên din in.

Ew otomat ji xwe îro jî hene, û Çavdêriya Lottoyê ya Swedî dibêje ku ev ilegal in lê operatörên makineyan vê yekê red dike. Ev neliheviya navbera wan de  ketiye mahkemê, biryara ku bê dayîn herkesên têkildarê vê meselê xistiye nav heyecanek de.

Herwuha parêzgerê Çavdêriya Lottoyê  David Lothigius jî:

-Ger leyîsk li swêdê bê saz kirin, ev pirs gelek hêsan dibe. Lewra dê ew dem qanûna swêdî tê tê bicî kirin. Lê ger ev leyîsk li welatek din bê leyistin mesele hinek tevihev dibe. Wek mînak Li Çekê, li Maltayê an jî Luxemburgê. Di rewşekê wusa de êdi qanûna lottoyê/piyango swêdî nabore.

Monopola Svenska Spels li ser otomatên leyîskan û leyiskên piyangoyê heye ev jî li gor qanûna swêdî ye.  Tenê destrûra  makineyên Jack Vegas hene. Yên din ku jê re dibê jin makineyên bomb ji aliyê şirketên din ku servere wan giredaya derveye welatre ne. welatên wek Çek, Malta Luxemburg.

Li gor   Çavdêriya  Lottoyê qanûna swêdî di vê warê de zelal nebûye heta niha.  Wek mînak sala 2009 an de biryarek ji Dadgeha Istinafê ya Götatê hat ku dibêje serverên otomatan  girêdaya welatên din be qedexe ye. Pişti salek biryarek din ji heman dadgehê tê dijberê vê biryarê ye.

Wek ku şirketa leyiskê Adonbolagen ku li Göteborg cî bû ye, iddia dikin ku ger mirov li mala xwe li ser ev otomatên han wek leyiskên li ser  computerê malê ye û ev jî qet ne îlegal e. Ew li Swêdê nalizin,  li welatek din dileyzin  li gor şirketa Adonê.

Federasyona Tiryakên Leyîskê ketine tirsek mezin de. Ku ew operatorên leyiskê, mafê mayîna xwe li Swêdê ji Dadgeha Bilind werbigirin.

Kim Grahn:

- Em hêvî dikin ku ev wek makineyên leyiskê bên hesibandin û  ji ber vê jî ilegal bin, Svenska Spel iddia dikin ku mafê wan ya monopolê heye lewra dewlet dixwaze ku çavdêriya parastinê li ser temenê, tiryakbûnê hebe. Û heta Yekitiya Ewrupayê nebêje Swêdê vê monopoliyê rakin, dê mafê Svenska Spel tenê li ser van leuiskan hebe.

Di dema îro de li gor Çavderiya Lottoyê 5000 hezar makineyan bomben hene ku bi nêzikê 5 milyar kron pere dane serê, dibe ku bêtir jî be. Û piraniyan van pereyan dikeve berika şirketên leyîskê.

Otomatên leyîskê herwuha deriyan ji bo tawanbariyên din re jî vedike. Qezencên mezin li hember riskên biçûk ava dike.

Doz li Dadgeha Bilind dê di van rojên nêzik bê vekirin. Biryara Dadgehê jî dê 2, an 3 hefte bê.

Ger Dadgeha Bilind biryarek bide û bêje ku qanuna leyiskên swedî derbas dibe, ew dem ji bo şirketên wuha mimkun nabe ku bêjin xabetên wan legal in. Lê li gor parêzger David Lothihius ev makine wusa zûbizû ji holê ranabin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".