Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sala bê dê kirê gelek zêde be!

Hat weşandin onsdag 19 oktober 2011 kl 10.54

Allmännyttiga Stockholmshem dixwaze sala bê kiriya malan gelek zêdetir bike. Ev zêde bûn dê li bajaran ji sedê 6.5 be û çiqasji bajêr  dûr bikevî  dê zêdebûn jî dakeve.  Ya herî dawî dê 1, 7 ji sedê be.Komeleya Kirêgiran li Stockholmê xwe ji gotubêjê du hefte berê vekêşiya. Ew dibêjin ku ger li herêmekê kirê zêde bikin divê li cihek din kêmtir bikin. Daxwaziya Stockholmshemê ku kiriyê ewqas zêdê bike, li gor komeleyê ne daxwazek ne di cî de ye.

Sala 2009:an de  çend komele û şirketên xanûmalan bi navê Modela Stockholmê  lihev hatinek pêk anîbûn. Li gor vê modelê sê eger hene ku buhayê kiriyê biguhrînin. Standarda malê, ya xaniyê û cihê wê.

Herêma bajara Stockholmê kirine 10 beş ku kiriya herî bilind li Gamla Stanê ye û ya herî kêm jî li Rinkeby û Husby e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".