Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Malbata Dawit Isaak kampanyaya piştgiriyê rexne dikin

Hat weşandin onsdag 19 oktober 2011 kl 11.26
Wêne: Björn Larsson Rosvall/Scanpix.

Malbata rojnamevanê Eritrî Dawid Isaakê zindankirî, li dij kampanyaya piştgiriyê ji bo serbestkirina wî, bi tundî  rexnedarin. Kampanyaya Free Dawit Isaak bûyera Dawît Isaak politize kiriye û ji ber vê yekê jî serbestkirina wî êdi ne mimkun e divêje keça Dawit Isaak, Betlehem Isaak di rojnameya Svenska Dagbladetê re.

- Em nikarin li Swêd rûnin û  bêjin divê Eritrea çawan bê rêvebirin. Ev tenê rewşa babê min xirabtir dike dibêje Betlehem ji rojnamê re.

Agahiyên ku Dawit Isaak sala 2005 an hatibû berdan şas bûn, ku bû sedema guhertina stratejiya malbatê. Lê birayê Dawid Esayas û Leif Öbrink ku babitî jê re kiriye, kampanyaya xwe he domandine.

Jina Dawit Isaak ji heman rojnamê re dibêje ki ev 6 salin wê bi Dawid re nepeyîviye.

Lê Esayas birayê Dawit jî di heman rojnameyê de bersîv dide. Ew dipirse ku bêdengbûn stratejiya rast be çima ew rojnamebvanên din heta niha azad nebûne,

Herwuha Esayas jî radigîhîne ku malbat dixwaze kampanyayê bi awayê xwe bixwe pêk bîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".