Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Namzetên xelata August diyar bûn

Hat weşandin onsdag 19 oktober 2011 kl 13.07
Xelata August ya nivîskariyê her sal di sê beşan de tê belavkirin /wêne: Scanpix

Destpêka vê hefteyê, xelata August yên salê hatin eşkerekirin. Xelat her sal ji aliyê Komela Weşanxanên Swêdê ve tê dayin û ew di sê kategoriyan de ye. Pirtûka wêjeyî ya salê, pirtûka fakta ya salê û pirtûka zarok û ciwanan ya salê. Di her sê beşan de jî şert ew e ku pirtûk bi zimanê swêdî bin.

- Karek pir mezin e, gelek wext dixwe. 134 pirtûk ji bo namzetiyê hatibûn qeydkirin. Di juriyê de em pênc kes in. Her yek ji me navbera 75-80 pirtûkan dixwîne. Û ew pirtûkên dawî ku dikevin nav namzetan de divê ji aliyê hemû endamên juriyê ve hatibin xwendin.

Ev gotinên berpirsa Kerstin Lundberg ne. Lundberg berpirsa endamên juriyê di kategoriya wêjeyî ya xelata August de ye.

Destpêka vê hefteyê, xelata August yên salê hatin eşkerekirin. Xelat her sal ji aliyê Komela Weşanxanên Swêdê ve tê dayin û ew di sê kategoriyan de ye. Pirtûka wêjeyî ya salê, pirtûka fakta ya salê û pirtûka zarok û ciwanan ya salê. Di her sê beşan de jî şert ew e ku pirtûk bi zimanê swêdî bin.

Di her beşî de endamên juriyê pirtûkên ku ji aliyê weşanxaneyan ve wek namzet tên destnîşankirin dixwînin û li ser hûr dibin.

Rojnamevana radyo Kerstin Lundberg berpirsa endamên juriyê ya beşê wêjeyî ye:

- Karek gelek xweş e, lê helbet di havînê de, dema ku xelk û alem diçin ber avê û xwe didin ber rojê lê mirov mecbûr serê xwe dixe nav sê pirtûkên her yek ji wan 500 rûpel e di dilê xwe de mirov dibêje ”qedab pê ke ve”. Zehmetiyek din ew e ku nabe mirov wek endamê juriyê ji kesekî re behsa naveroka pirtûkan bike heya mirov li hev necive û dema wê neyê. Lê dema mirov li hev dicive û dilê xwe vala dike hestek pir pir xweş e.

Berpirsa endamên juriyê ya beşê wêjeyî rojnamevan Kerstin Lundberg.

Yek ji pirtûkên îsal yên ku ji bo beşê fakta hatiye namzetkirin pirtûka bi navê ”Û li Wienerwald dar hîna mane” heye. Nivîskara vê pirtûka ku pir bal kişandiye ser xwe Elisabeh Årsbrink e. Mijar hevaltiya navbera xortê nazîst Ingvar Kamprad û revendê cihû Otto Ullamn e û dem Şerê Cîhanê yê duyemîn e.

Derhênerê fîlmên belgeyî û gerhokê cîhanê Lasse Berg di pirtûka xwe ya bi navê ”Kilama berbangê li Kalaharî” derbarê pirsên mirovan û çerxa felekê de ye. Ev pirtûk jî ketiye nav namzetên xelata August de.

Mijara pirtûka hunermed Magnus Bärtås ku digel nivîskar Fredrik Ekman nivîsandiye rêwîtiya Koreya Bakur e. Li vî welatê girtî ew dikevin pey şopa du fîlmçêkerên navdar yên Koreya Bakur ku di salên 80î de reviyabûn. Navê pirtûka xwe wan kirine ”Divê dehbe nemînin!”

Ji bilî van her sê pirtûkan sê pirtûkên din ji bo xelata august beşê fakta wek namzet hatine destnîşankirin.

Di her kategoriyê de ji nav bi sedan pirtûk herî dawî 6 pirtûk wek namzet dimînin. Di 21ê miha 11an - mijdarê de Gala August li Konserthusa Stockholmê tê lidarxistin û li wir di her kategoriyê de yek wê xelata August bigre.

Di nav endamên juriyê yê beşê wêjeyî de weşanger û kesayeta radyo Jessika Gedin heye. Ew balê dikişîne ser meylên wêjeya Swêdî yên vê heyamê.

- Insanên heyî, xeyal û mijarên wilo hene. Hin cîrokên zitê rastiyê van salên dawî em dibînin. Kitêbên derbarê senaryoyên ”eger wiha bûbane yan nebûbane” de hene.

Kerstin Lundberg jî ji aliyê xwe ve ev meyl ferq kiriye û ew û ew balê dikişîne ser ku êdî mirov rastî gelek pirtûkên ku bûyer li gund û derbajaran rûdidin tê.

Meylek din ku Kerstin Lundberg tîne zimên cudahiyên di navbera nivîskaran de ne. Ev nivîskar qet naşibin hev, heta gelek caran zitê hev in

Xelatgirên par pirtûka ”Arav” ya Sigrid Combuçens, ”Derexatûna sor” ya Yvonne Hirdman û ”Ez li vir im û xwîn ji min diçe” ya Jenny Jägerfled bûn

Xalek din ku Jessika Gedin balê dikişîne ser zîrektiya nivîskarên ku cara pêşî pirtûkekê diweşînin e.

Ewên ku cara pêşî pirtûkek nivîsandine pir xurt in û her sal baştir dibin. Bi pirtûka xwe ya yekem re ew temam in û bêkêmasî ne, dibêje Jessica Gedin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".