Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pîlotên westiyayî ewlekariyê dixin xeterê

Hat weşandin onsdag 19 oktober 2011 kl 14.00
Wêne: Adrin Snider/Scanpix.

Sendîkaya pîlotên Swêdê Svensk pilotförening li banga hawarê dide ji ber pîlotên zêde westiyayî. Gelek pîlot ewqas westiyayî ne ku bêhemdî xwe di xew re diçin. Wezîra avahiya bingehîn Catharina Elmsäter-Svärd ji pirsgirêkê agahdar e.

- Pîlotan ferq kiriye ku ew di xew re çûne û dema bi xwe hesiyane dîtine ku hevkarê wan jî ketine xewê, serokê Komeleya Pîlotên Swêdê, Gunnar Mandahl dibêje.

Ew bitirs e ji ber encamên ku di lêkolîna sendîkaya komeleya pîlotên Swêdê de derketine holê.

Sendîkaya pîlotên Swêdê lêkolînek çêkiriye ku tê de 625 pîlot beşdar bûne. Piraniya wan pîlotan diyar kirine ku ji ber westana zêde di karê xwe de kêmasî kirine. Zêdeyî nîvê pîlotên beşdar bûne li kabîna pîlotiyê di xew re çûne bêyî ku haya hevkarê xwe jê çêbikin.

Qanûna dema kar ya diyar dike kesek dikare li dû hev çend saetan kar bike, bi awayek îstîsna ji bo pîlotan derbas nabe û ew dikarin heta 15 saetan li dû hev kar bikin.

Komeleya pîlotên Swêdê, niha doz dike ku rêvebiriya veguhestinê Transportstyrelsen û wezîra berpirs Catarina Elmsäter Svärd, tev bigerin ji bo guherandina qanûna YE ya rê dide ku mirov 13 saetan li dû hev kar bike. Li gorî wan, qanûna ku di sala 2006an de bi zexta kompaniyên balafirgehan saz bûye zêde lîberal yan jî sist e.

- Tu kesê ku bi awayek cidî baldarê ewlekariya firrînê ye, nikare piştrast bike ku prensîb û qaîdeyên karê pîlotan mantiqî û saxlem in, Serokê komeleya pîlotên Swêdê Gunnar Mandahl dibêje.  

Li ser pirsa gelo hikûmet dikare çi bike ji bo ku SAS saetên kar kêm bike, wezîra veguhastin û avahiya bingehîn Catharina Elmsäter-Svärd dibêje, SAS dîsa ji wan kompaniyanên bi demên herî baş yên kar e. Lê eger dema wan ewqas baş e, ew bo çi di xew re diçin di dema firrînê de?

- Ya herî girîng, li pêşiya hertiştî û ji her tiştî girîngtir, ewlekarî ye û li ser vê hemû aliyên meselê hemfikir in. Di bingeh de ev pirsekek e di navbera rêxistinên karsazan û rêxistinên kargiran de. Lê ji ber ku qaîde navneteweyî ne, her dewlet, Swêd jî di nav de, bixwe biryarê didin. Ji bo karên ewlekariyê ji daîreya me jî nûner beşdar dibin li ser navê rêverbiriya veguhastinê û daîreya karûbarên rêhewayê. Ji bo ewlekariyê demên kar girîng in û em  çavdêriya vê yekê dikin, Catharina Elmsäter-Svärd dibêje.  

Çavkanî: Ekot

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".