Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêhna buharê kete nav kolanên Stockholmê jî

Hat weşandin torsdag 20 oktober 2011 kl 14.22
Wêne: Ingrid Forsberg / SRI

Tevgera cîhanî li dijê neheqî û çavbirçitiya aborî gihişte Swêdê. Roja şemiyê bi sedan kes li meydana Sergelê kom bûn li dijê neheqî û nerastiyan dengê xwe bilind kirin. Niha jî konên xwe li hemberê Bankeya Navendî (Riksbanken) vedane ku wir dagirin. Bi piştgiriya tevgerên li hemû cihanê ve vê grubê navê ”occupy Stockholm” li xwe danine. Ango Stockholmê dagirin.

- Ez ser navê xwe bêjim ku ya giring ew e ku mirov nîşanê gel bide ku ew dikarin guherandinan bikin û nîşanê desthilatdaran jî bidin ku em gel xwedî hêz in, hêza rastî ne û ger em bixwazin em dikarin bigihijine hemû hedefên xwe.

Beşdarên tevgerê û dagirker li qada Brunkebergê hemberê Bankayê Navendî  li Stockholmê rawestiyan e. Ew dibêjin sedêm wan gelek in.

Naima Clevenhag dibêje ku ev tevgerekê siyasî nine, ew ne aliyê çep in ene jî yên rast in, lê ramanên wan hevbeş in û ev ramanin ku wan dikêşê hev.

 - Xwenîşandana me ne li DIJ e lê em PÊ re ne.  Em ji bi civakek vekirî tev digerin, ji bo wekhevî û ji bo hişyarkirina gel ku bizanin ka pirsgirek li ku hene û wan bidine pêzanin ku birastî jî ew dikarin guharandinan bikin.

 Li parka Brunkeberg bi dehan hatine vedan, û baranên van rojên dawî jî erda wan hinek ter kiriye.  Nêzikê parkê jî ofisa sereke yên Banka Navendî û yê Swedbankê hene. Pankart û şemedanên dirûşmeyan ku di bi daran ve girêdane ji ber bayê tişûvişo bûne.

John Fogelvik bi çend dagirkeran ve li binê şemedanekê rûniştine, ji bo xwe ji bayê biparêzin. Ew dibêje ku ew 20, 30 kes in ku vir dagirtine, lê dema êvar dibe dema kombûnên mezin ên giştî çêdibin hejmara beşdaran hê bêtir jî dibe.

John Fogelvik:

- Ez bixwe ji ber kêmdemokrasîya li cihanê û li Swêdê li vir im. Mirov dikare bi gelek awayan vê nerazîbûnê nîşan bide. û paşî sedem hene ku di xalek de dibin yek, wek tevgera Occupy Waalstreet, wek ku fondên pereyan yên nawnetewî, tiliya xwe dikin nav pêşketina aboriya cîhanî û tevihev dikin. Em tenê dixwazin nîşan bidin ku riyên çêtir hene û em dixwazin bixwe van riyan li vir  peyda bikin. Em pirsgirek naxwazin , em çare dixwazin.

 Protestoyên li dij neheqiyên civakî, û çavbirçitiya dinyaya aboriyê li hemû kolanên cihanê de serî rakiriye di vê demê dawî de. Balkêşiya herî mezin  jî ya li New Yorkê ye. Li parkek nezikê cadeya finansê, di bin parolaya ” Occupy Waalt Street” ango Wall Street dagirin, kom bûne û dengê xwe kirine yek.

Li Amerikayê bêtir li ser ku grubek gelek biçûk xwediyê piraniyê ye. Û ew gotina ku ”em 99 ji sedê ne” bikar tînin û li wir tê destnîşan kirin ku ew aidê piraniyê di civakê de ne û ne ji gruba bijarte ya di rêveberiyê de ne.

Johan Fogelvik diyar dike ku awayê wan li Stockholmê hine guheriye.

-Li Swêdê rewş bixwe bixwe guheri, em niha diqirîn û dibêjin ” em herkes in”. Lewra em pê hesiyan ku em ne li dijê bankdaran in, lê em li dijê sistema bankayan in. wek mînak me gelek caran bihevre axavtiye û gelek caran alikariya me kirine û ew jî dibêjin ku têkçûna sistemê nêzik bûye, em li dijê polis jî ninin, ew jî beşek ji me ne, lewra em dibêjijn ” em herkes in”.

Her êvarê demjimêr 18 yan de kombûnên giştî li dar dikevin, ew dagirker rûdinin û li ser mijarên cûda dipeyîvin. Herkesek dikare beşdar bibe û kesên nûhatî jî hingê yên din mafdarê dengdanan e. Di dawiya vê heftê de dixwazin çalakiyên mezin bikin. Bi taybet bi civînên giştî  ve di rojên şemî û yekşem saet 14 de.

John Fogelvik û Naima Clevenhag nizanin ka dêçiqas bigihijine hedef xwe lewra Stockholm occupy beşek ji tevgera cîhanî ye , ne tenê xwe bi tevgera Walstreet ve girê didin , ew piştgirên serîrakirinên Ewrupayê, Afrikaya Bakur û Rojhilata Navin jî.

Ew hê nizanin ha ev dagirkirin heta kengê dom bike lê, lê heviya wan komkirina gelek mirovan e  ku nava wan de zanyariyek  ava bibe. û herwuha ku mirov dikare gelek tiştên mirov şaş dibîne, biguherîne. Dibe ku ew tevgera xwe barê cihek din bikin an jî buharê,  bi awayek din dom, bikin  dibêje Naima Clevenhag.

-Me niha grubekê yekdeng ava kiriye û me  navnîşanên xwe jî bihevre par kiriye. û êdi çiqas ji me hatî emê riya xwe de biçin û buhara bê emê ” bi buharek swêdî ve vekin, û dê tiştek gelek mezin jê derkeve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".