Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Her diçe kêmtir şagirt notên têr werdigirin

Hat weşandin torsdag 20 oktober 2011 kl 16.23
Mickele Araya, Mitra Majid, Ayat Kassem û Melissa Arican diçin pola 9 li Hjulstaskolan. Ew li benda notên baş in û ewle ne ku notên wan dê têr bike ji bo ew li dibistana amadeyî bixwînin. Ew wiha bawer in ku xwebaweriya gelek şagirtan kêm e û ji ber vê ew ser nakevin. Wêne: Jenny Hallberg/Radyoya Navneteweyî ya Swêdê


Hejmara ciwanên ku notên têr wernagirin her çûye zêdetir bûye van deh salên dawiyê, li gorî statîstîka Daîreya Dibistanê Skolverket. Bi taybetî li çar dibistanên taxên ku mîna berxeter tên binavkirin yên li wan hejmara mirovên bi paşxanên biyanî pir e, gelek şagirt bi notên kêm dibistanê diqedînin. Li Rosengårdsskolan ya li Malmö %43 yên şagirtan bi notên kêm pola nehemîn diqedînin. Berî bi deh salan ev hejmar %28 bû. 

- Ez ji wan re dibêjim; pênc salên din tu dê çi bikî? Ji bo pêşerojê çi hêviyên te hene? Ew dibêje; Ez dê xaniyekî û otomobîlekê bikirim. Lê çawa? Tu dê lotoyê qezenc bikî? Haji Farah yê şêwirmendê niştecîhan dibêje. Farah behsa wan ciwanan dike yên ku bi notên netemam dibistana bingehîn diqedînin.



Urban Åström cîgirê midûrê dibistana Hjulstaskolan e ku yek ji wan çar dibistanan e ku li wan hejmara şagirtên ku bi notên netemam pola nehemîn diqedînin zêde ye. Åström dibêje li herêma wan şert û merc cûda ne ji deverên din yên bi temam paşxana swêdî. Lewra ne di cîh de ye ku mirov wan herêman bide ber hev: 
 

- Li dibistana me pir şagirtên nûhatiyên Swêdê hene. Sala par %30 heta %35 yên şagirtên pola nehemîn kêmî du salan li Swêdê jiyabûn. Bêgûman ne mimkun e ew di hemû dersan de notan wergirin, Åström dibêje.


Mohammed îro 22 salî ye û wî bi notên netemam berî bi şeş salan dibistana Rinkebyskolanê qedand:


- Yek li Rinkeby dijî, normal e, ya nenormal ew bû ku notên yekî baş bin, Mohammed dibêje. Li dibistanê kesekî ji wî re negot notên baş bo çi pêwist in û kesekî tu şert danenîn pêşiya wî:



- Dema kesek tu hêviyan ji mirovî neke, yek weke xwe dike, îcar me jî bi ya xwe kir û tiştê dixwest kir, lê em zarok û cihêl bûn, ji tiştên ku diviyabû girîng bin zêdetir ji bo me quretî û xwebawerî girîng bû, Mohammed dibêje.  

Piştî dibistanê Mohammed hewl daye ku kar bike lê ev yek ji texmîna wî zehmetir bû:

- Zor bû, pêşî min kar kir lê paşê min fêm kir ku bi wî karî zêde ser nakevim, ku divê xwendina min hebe û ez ji nû ve çûm dibistanê û min bi mirovên temenmezin re komvux xwend. Ku armanca mirov hebe mirov ser dikeve lê divê pêşî armanca mirov hebe, Mohamed dibêje.


Lê herkes naxwaze yan jî bi xwe re nabîne ku di temenê mezin de ji nû ve here dibistanê. Ji bo hinekan rîskek mezin heye ku bikevin nav çeteyan û grûbên krîmînal, şêwirmendê niştecîhan Haji Farah dibêje:



- Grûbek biçûk in, lê rîsk heye ku mezin bibin ji ber kul i herêmê pir aktîv in, sûcan dikin û xwe ewe dibînin li herêma xwe û dikarin gêncên nû peyda bikin û bixin nav xwe, Haji Farah dibêje. Li gorî wî mezinan û civakê pişta xwe dane van gêncan û ew bi tenê hiştine:




- Baweriya wan ya bi pêşerojê nîne, baweriya wan bi civakê nîne, temenê wan 20 sal e û hîn pir sal li pêşiya wan e, ew dê bibin xwedî malbat, kar bikin, bacê bidin û hemwelatiyên baş bin, lê çawa?


Haji Farah bi vê pirsa xwe dixwaze bang li civakê bike da bi berpirsyariya xwe rabe û alîkariya van gêncên ku xwendina wan ne temam e bike. Weke mînak divê ji bo van mirovên ciwan kar hebe, Farah dibêje.


Û Mohammed, ku dibistana bingehîn û lîse ango amadeyî li xwendingeha salmezinan komvux’ê xwend, niha perwerdeya rêvebiriyê li zanîngeha Södertörnê beşê rêvebirinê dixwîne. Ew dibêje divê di temenê biçûk de alîkarî bi van zarokan re bê kirin da ew heq ji dibistana xwe derkevin:

- Pir girîng e ku alîkariya wan gêncan bikin yên li herêmên berxeter dijîn. Mohammed dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".