Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Guy Lofalk dixwaze jinûveçêkirina Saabê rawestîne

Hat weşandin fredag 21 oktober 2011 kl 11.47
Wêne: Scanpix/Adam Ihse.

Duh hat diyar kirin ku hoste Guy Lofalk dê jinûveçêkirina Saabê bide rawestandin û îro jî ev daxwaza wî gihijte dadgeha destpêkî li Vänerssborgê. Ji ber ku Saab nizane ka dê pere ji herdu şirketên çinî bigihije wan yan na, Lofalk bawer nake ku jinûveçêkirin serbikeve.

Lê Saab Otomobîl jî tiştek din difikirin, wan duh diyar kirin ku ew dixawazin ji dewsa Lofalk de yêkî din hostekariyê bike ji wan re.

Xwediyê Saabê Victor Muller niha jî dibêje ku bi şirketek dewletî ya Ameriki re têkilî danine ku bazirganiyek bi wan re dikare bibe çareya Saabê

- Ger danûstandinên bi  şirketên Çînî re sernekevin, em dikarin ew dem bi North Street Capital re hevkarî bikin dibêje  xwediyê Saabê.

Li gor endama dadgeha destpêki li Vänersborg heta hefteya bê biryarek nayê dayîn, li gor Navenda Nuçeyan TT, lê divê mafê Saabê jî hebe ku gotina xwe diyar bike.

Lê ji bilî çareseriya ku Muller behsa bêtir pere ji North Street Capital dike, çareyek din heye li gor Guy Lofalk.Guy dibêje hebe nebe, pêşniyarek heye ku dê herdu şirketên çînî Youngman û Pang Da dê Saabê bikirin.Guy Lofalk:

- Şirketên çînî pêşniyara xwe dane  lê li ser vê yekê ez naxwazim serê biaxivim divê xwediyê wan vê yekê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".