Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Estonyayê jina kurd ya girtî îro serbest berda

Hat weşandin fredag 21 oktober 2011 kl 12.50

Jineke kurd  ji Swêdê ku du roj berê li paytexta Estonyayê, li  Tallinê hatibû girtin serê vê sibê ji aliyê dadgeha estonî ve hate berdan. Jina kurd ya 40 salî li ser daxwaza Tirkiyê ya bi riya Interpolê hatibû girtin.

Sedema girtina wê xebata wê ya siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyê bû. Jina kurd ku bi sê zarok û zilamê xwe re li Swêdê dimîne ji sala 2008an  ve xwedî mafê rûniştina siyasî ye.

Li ser girtina wê, Konseya komeleyên kurd li Swêdê serî li wezareta karê derve ya Swêdê da û xwest ku ew doza jina kurd ya li Estonyayê bişopînin.

Li ser vê yekê balyoza Swêdî ya li Tallînê çûbû serdana jina kurd ya girtî.

Li gor  seroka Konseya Kurd Ayşe Göktepe; girtina çalakvanên siyasî yên kurd li derveyê welat ya bi riya Înterpolê, berdewama stratejiya pêla girtina siyasetvanên kurd yên li Kurdistan û Turkiyê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".