Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mirina ji nişka ve ya pitikan zêde bûye

Hat weşandin måndag 24 oktober 2011 kl 15.16
Grafîk: Mirina ji nişka ve ya pitikan (bûyer)

Hejmara bûyerên mirina ji nişka ve ya zarokên pêçekê ango pitikan, di nava çar salan de ji 13an çarqat bûye 27an li Swêdê. Doçenta tiba zarokan li nexweşxaneya Karolinskayê, Miriam Katz-Salamon, dibêje rewş tirsnak e û divê yekser tedbîrên lezgîn bên girtin. Sedema mirina ji nişka ve ya zarokên pêçek tam nayê zanîn lê lêkoler dê û bavan şîret dikin ku cixareyê nekişînin, pêçekê li ser piştê daneynin û nehêlin zêde germ bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".