Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civîna bilind ya YE ta niha encam nedaye

Hat weşandin måndag 24 oktober 2011 kl 16.18
Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy û serokwezîra Almanyayê Angela Merkel. Wêne: Scanpix. Montaj: Radyoya Swêdê

Civîna bilind ya YE ya dawiya hefteyê li dar ket li ser krîza Euroyê hîn jî tu encam nedaye. Lê YE dîsa jî gav avêtiye ber bi guherînekê di Peymana YE de bi armanca baştirkirina koordineya siyaseta aboriya herêma euroyê. Serokwezîra Almanya Angela Merkel zorê dide guherîna peymana YE lê heçî hikûmeta Swêdê ye mîna wê nafikire. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt binxêz dike ku  zelal nîne ka guherîna peymanê dê ji bo Swêdê çi bîne, ne jî ev guherîn dê çawa pêk bê. 

- Heta niha gelekan xwestiye em li îmkanên din binerin ji bo armanca xwe pêk bînin ku ew jî baştirkirina dîsîplîna welatên euro ye, Fredrik Renfeldt dibêje.  

  

Serokê YE Herman van Rompuy niha wezîfedar bûye ku heta dawiya salê lê bikole ka peymana Lissabonê dikare çawa bê guhertin û welatên euroyî dikarin bi kîjan rêbazan neçarî lihevkirinên siyaseta aborî bibin.

Digel ku guherîna peymanê tenê bo wan 17 welatên endamên hevkariya euroyê ye jî, divê giş 27 welatên endamên yekîtiyê vê guherînê îmze bikin.

Civîna bilind ya YE dê êvara çarşemê dîsa bicive û li bendê ye wê demê biryarên nû bên dayîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".