Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

William Petzäll îdiayan înkar dike

Hat weşandin tisdag 25 oktober 2011 kl 15.39
William Petzäll endamê berê yê Demokratên Swêdê (sd), şîfreya rojnamevanan nenivîsiye li Twitter, li gorî nûnera wî. Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Nûnerê dadî yê William Petzäll yê endamê berê yê Demokatên Swêdê, înkar dike ku nivîs ji hesaba twittera wî hatine şandin. Di nivîsa behsa wê tê kirin de tê îdiakirin ku ji Demokratên Swêdê ya mîna dijbiyanî bi nav dibe, demek dirêj e dikarin bikevin peyamhesabên rojnameyên Aftonbladet û Expressenê.

Nûnerê Pitzäll, Anna Heurlin ji Aftonbladet re dibêje ku ew îro neketiye twîterê îmkanê karanîna komputer û telefonê jî nebûye. Redaktorê giştî yê Expressen Thomas Mattsson dibêje:

- Expressen giliyê xwe li cem polîs kiriye lê em nizanin kê ev yek kiriye. Wekî din Mattsson dibêje bêgûman gelek cidî ye ku hewl dane bikevin sîstema peyam û komputerên çapemeniyên nûçeyî yên mezin.

Û Aftonbladet jî giliyê polîs kiriye.

Li gorî hesaba twitterê hem sekreterê partiyê Björn Söder hem serokê partiyê Jimmie Åkesson "bi salan dikarîbûn hemû peyamên nûçegihanên Aftonbladet Expressenê bibînin".

Wek îspat, hashkod ji peyamdanka çend rojnamevanan re hatiye şandin. Hashkod şêweyek hilanîna ewletir ya şîfreyan e.

Sekretera çapemeniyê ya Demokratên Swêdê Martin Kinnunen van agahiyan qebûl nake, dibêje ew qisey qor ango badilhewa ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".