Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sofia Arkelsten ji gotina xwe vekişiya

Hat weşandin tisdag 25 oktober 2011 kl 15.41
Sekretera Muhafezekaran (m) Sofia Arkelsten. Wêne: Bertil Ericson/Scanpix.

Sekretera partiya Muhafezekaran (m) Sofia Arkelsten îdia kiribû ku partiya wê jî ji bo anîna hilbijartinên azad û mafê wekhev yê hilbijartinê xebat kiribû. Piştî çend saetan wê gotina xwe paşve kişand. Di bernameya nû ya partiyê de behsa dilxwaziya dîrokî ya partiya Muhafezekaran ya ji bo weke mînak yeksaniyê û mafê hilbijartinê azad dibe. Lê partiya muhafezekaran li dij van tiştan bû. Îcar ev bû sedema pir rexneyan li Muhafezekaran û Arkelsten bi guherandina dîrokê hat tewanbarkirin. Li ser vê Arkelsten daxuyaniya xwe paşve kişand û got bersiva wê şaş û bêfikir bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".