Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi sedhezaran kes goriyê kodên şikandî ne

Hat weşandin onsdag 26 oktober 2011 kl 10.32
Wêne: Ines Micanovic, Sveriges Radio

Bi sedhezaran kes bûne goriyên dizên şifreyên internetê. Ne tenê ew kesên ketine malpera bloggtoppen.se lê malperên din de  jî şifre hatine hackkirin. Li gor rojnameya Aftonboladet, agahiyên ji 57 malperan belavê netê bûye û bi nêzikê 400 000 kes bûne gorî li gor rojnameya Expressenê. Ev him kesên jirêzê ne, him siyasetmedar û him jî rojnamevan in.

Ev yek nîşan dike ku ewlehiya gelek malperan di bin xeterîyê de ye.Anne- Marie Eklund Löwinder şefa ewlekariye ye ji Waqfa Bingeha Internetê ( Stiftelsen gör Internet infrastruktur)

- Hertişt duh derkete holê, dema yekî di Twitterê de, xwe wek endamê parlementoyê ji Demokratên Swêdê William Petzäll da nîşan û got ku hesaba maylên gelek rojnamevanan ketiye destên Demokratên Swêdê de. Piştre xûya bû ku malpera koda bloggpotten.se hatiye şikandin û hesaba 90 000 kesan ketiye destê wan.

Rojname û rojnamevanên gorî vê bûyerê giliyên xwe ji polis re kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".