Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nebawerî li hember civînên bilind yên YE

Hat weşandin onsdag 26 oktober 2011 kl 11.12
Wêne: Geert Vanden Wijngaert/Scanpix.

Nebaweriya li hember civîna bilind a extra ya Yekitiya Ewrupayê bêtir dibe. Ev civîn îro li ser biryara Yunanistanê, krîza deynê qanûnên nû yên bankan û hewruha fondekê rizgarkirinê ji bo welatên ewrûyê. Civîna wezîrên darayî ku diviya duh bibûya hate betalkirin.

Civînek extra ya bilind yên şefên hikûmetên welatên Yekitiyê û Ewruyê xuyaye ku vê êvarê pêk were.  Pêşî dê şefên hikûmetê ji 27 welatên endam bicivin.  Paşî dê civînek tenê ji bo serekên 17 welatên ewroyê bê lidarxistin.

Fredrik Reinfeld serowezirê Swêdê şirove dike da çima Swêd beşdarê vê civînê nabe: 

- Bi raya min giring e ku em demekê beşdar bibin lewra ev li ser  tesîrên sistema bankayan e ku tesîr li Swêd jî dike. Gelê swêdî di dengdana sala 2003 an de nexwestin bibine endamê ewroyê. Em aliyê ewroyê bûn lewra me digot ku pirsgirekek derkeve em li derve neminin û nekarin beşdarê civînan bin. Ev yek ji wan pirsgirekan e ku em derveyê ewroyê de mane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".