Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûna nû ya dibistanê tûşê rexneyan tê

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2011 kl 14.51
Wêne Jenny Hallberg/SRI

Bêtir xwendevan bê diplomeyek bêkêmasî ji pola nehem derdikevin û ji vê payîza han şûnde dikevine nav pênc programên danasînê ya liseyê de. Ev programa nû ya kesî ( individuella programmet) nû ye ku û tûşê rexneyan tê.  Hedef ew e ku xwendevan dersên xwe yî mayî dom bikin û di heman demê de jî biçine liseyê. Pirs ew e ku ev programa nû jî wek ya kevin ser nekeve.

Hevkara Radyoya Swêdî Navnetewî,  SRI Jenny Hallberg serdana dibistanek li Tenstayê kir,ser raman û hestên xwendevan û mamosteyan hevypeyvînek pêk anî.

- Swêdî, têgihijtina zimên ji min re dijwar e.

Dibêje yek ji wan şagirtan Hafsa Yusuf.

- Tenê di ingilizî de puana min ne baş e dibêje Emir Taner. Dema 5 sal berê ez hatime Swêdê, û min xwe hînê swêdî kir, ez hînê ingilizî nebûm.

Hafsa Yusuf û Emir Taner diçine pola amadehiyê. Ev tê wateya ku di dibistana bingehî de puana derseki de serneketibin, dikarin di pola yekem ya lisê de vê dersê dom bikin heta tê de serbikevin. Piştre danasîna zimên ji xwendevanên nûhatî re heye, danasîna kar û pîşe bi gelek pratikan ve û hilbijartinên kesî yên cûda ji bo xwendevanên ku bêtir dijwarî dikşînin. Eve ferqa navbera programa kesî ya kevin û nû de. Berê program ji bo herkesê wek hev bû dibêje Peter Gröndal  ji konseya perwerdehiyê yê Saziya Giştî ya Dibistanan ( Skolverket).

- Xwendevanên bi daxwaziyên cûda û ramanên ji bo siberojan hebûn û

Em jî lewra dixwazin  bibine bersîva pêdiviya xwendina van xwendevanan.

Programa kesî ya kevîn ku swêdî jê re dibêjin Individiella Programmet ji aliyê Wezirê Perwerdehiyê Jan Björklund ve hatiye rakirin, ji ber ku nebaş bû. Di nava 5 salan de tenê 13 ji sed xwendevan ku bi vê programê dest bi xwendinê kirin serketibûn di sala 2003 yan de û nîva wan jî dev ji xwendinê berdabûn. Ev hejmarên han li gor Wezareta Perwerdehiyê ye. Lê bi programa nû ve dê gelek kes serbikevin li gor Peter Gröndal.

- Ev bê şik bê guman tevgera destpêkî ye û di vê systemê de merc hene ku bi bigihijine armanca herî çê.

- Lê pirs ew e ku ka di pratîkê de ferq çi ye. Bi rastî jî qet tuneye seroka federasyona mamosteyan Eva-Liis Sirén, ev reforma hanê  karên dibistanên rojane tenê dixe ser kaxizê û ne tiştek din.

- Em bawer nakin ku ev rê bide guherînên mezin li ser karê mirov, ji ber ku mamosteyan ji xwe vê yekê di pratîkê de û bi awayek baş çareser kirine jî. Lê belê dê êdi di nav lisê de zelaltir bibe û ev jî baş e.

Di lîseya Ross ya Tenstayê  mamosteya inglizî  Eva Sakellariou û yê matematîkê  Andreas Svensson tu ferqekê nabînin. Ew wek herojan karê xwe dikin.

-Bi raya min bixwe  dibêje Andreas di nav polê de min  tu ferqek nediye

- Bi min ev ji karê pratîkê bêtir karek semantik e dibêje Eva. Ez dibêjim ku ev hema wek kincên padişahê ye.

Programa kesî dibistanên şaredariyê de mezintirîn programa liseyê bûye. Yek ji deh xwendevanan ku destbi liseyê kirin di tiya vê programê de çûn û ev jî girêdaya ku dibistanê pere zû daneniye ser xwendevanên ku bêtir pêdiviya wanên piştgiriye hene. Li gor Eva-Liis Sirén û li gor wê ger bêtir pere deramet nedin xwendevanan riska heye ku reform jî ji bo serencamên xwendevanan bê wate bibe.

- Rêvebirina derametan de kêmasiyên mezin hene di nav dibistanên swêdî de. Û risk heye ku xwendevanên di van programan de piştgiriya ku ji wan re pêdiviye wernegirin.

Di liseya Ross Tenstayê nêzikê yek ji pênc xwendevan diçine yek ji wan programên danasînê û mamosteyê matematikê Andreas Svensson bawer nake ku ew serbikevin.

-Ji wan tê xwestin ku di demek kurt de, bigihijne hempolên xwe bi wan zanyarîyên xwe yên netêrker ve, ev hesabeke ku ji hev nagir

- Hemû na, dê çendek ji wan serbikevin lê ne hemû dibêje mamoste Andreas.

Xwendevan bi xwe jî dizanin ku dijwar e lê bawer dikin ku dê serbikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".