Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hat kuştin piştî dersînorî Iraqê bû

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2011 kl 15.17
Khaled Khodena li Kurdistanê/Bakurê Iraqê hat kuştin. Wêne: Patrik Hekkala/Radyoya Swêdê

Êzîdiyê bi navê Xwedêda Xaled yê berî bi demekê Daîreya Koçê dersînorî Iraqê kiribû, doh ango 26 oktoberê li Kurdistanê/bakurê Iraqê hat qetilkirin li gorî kanala radyoyê P4 Malmöhus. Li gorî zanyariyên gelek raporan, êzîdî her mîna mesîhiyan li Iraqê rastî şîdet û cûdakariyê tên. Lê Daîreya Koçê dîsa jî Khaled dersînorî Iraqê kir, Barzon Sharif Arab ê pismamê Khaled dibêje.  

– Ew ji ber biryara Daîreya Koçê pir xemgîn bibû û ji min alîkarî dixwest, Sharif Arab dibêje.

Nûçeyên Radyoya Swêdê radighînin ku rayedarên herêma Kurdistanê diyar kirine, Khaled di encama êrîşek terorîstî de di xew de hatiye kuştin û du birayên wî jî birîndar bûne.  

Berê jî Daîreya Koçê kes şandine cîhên kul i ser kaxezê mîna ewle xuya dibin. Daîre berspirsyariya dersînorkirina wan digire ser xwe lê piştî ew gehiştin welatê din û pêde, beramber wan tu berpirsyariyek hiqûqî namîne.

– Daîreya Koçê divê bizane êzîdî nikarin li Iraqê bijîn ji ber ku terorîst li her derê lim e digerin, dibêje Jalal Murad yê serokê Mala Ezidiya li Helsingborgê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".