Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdên li Swêdê bo Wanê di tevgerê de ne

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2011 kl 15.29

Kurdên Swêdê piştî erdheja li bajarê Wanê yê li bakurê Kurdistanê, bo alîkariya mexdûran,j ketine nava liv û tevgerê. Li gorî agahiyên Zayele bi dest xistiye, tîma futbolê ya Dalkurdê bi tîma Stockholmê AIK re di nav danûstandina de ye ji bo ku li Stockholmê maçek futbolê lidarbixin. Hemû hatina maçê wê ji mexdûrên Wanê re bê şandin.

Li gorî nûçeyên radyoya Swêdê Ekotê, Turkiye ya ku pêşî alîkariya navneteweyî qebûl nekir, niha fikra xwe guhertiye û xêrhatina alîkariyê dike.

Di erdheja ku roja yekşemê qewimî de, heta niha nêzî 500 mirine û bi hezaran mirov bêmal mane. Li gorî serokê Parêzga Wanê 600 000 kes ji vê erdhejê xisar dîtine û bi kêmanî 3 000 mal hilweşiyane.

Niha berf jî tê û mehên sar li pêşiya niştecîhan e.

Di sala 1976an de jî li heman  herêmê erd lerizîbû û bi hezaran mirov miribûn.

Şêweyê pêdaketina bi wê erdhejê hîn jî di bîra kurdên vê herêmê de ye, Nazmî Gur, yê parlamenterê partiya kurdî BDP’ê ji radyoya Swêdê re dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".