Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Ericsson pişka xwe difiroşe Sony Ericsson

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2011 kl 15.31
Kompaniya telekomê Ericsson pişka xwe ya îmalkarên telefonên destan bi buhayê 1,05 milyar euroyî difroşe Sony Ericsson.

Kompaniya telekomê Ericsson pişka xwe ya îmalkarên telefonên destan bi buhayê 1,05 milyar euroyî difroşe Sony Ericsson. Li gorî rapora çaryeka sêyemîn ya vê salê, kara Sony Ericsson nêvî kêm bûye lê dîsa ji texmîna analîzkaran zêdetir bûye. Firotin li Europa û Emerîkaya Bakur pir kêm û li Asya jî pir zêde bûye. Bazar li benda vê kirîna Sony’yê bû ber ku ev demek e behsa wê dibe.

Li gorî agahiyên Radyoya Swêdê, li pişt vê firotinê fikrek temam sanayî heye. Ericsson îro berî hertiştî ragihêzê xizmet û naverokên sîstemên teknîkî yên hûraloz ango kompleks e, û Sony avakarê berhemên mîna televizyon, komputer û telefonên destan e. Bi firotina pişkê Ericsson re, herdû kompanî bala xwe xwerû didin beşekî.

Piştî biryara vê sibê, dema borsaya Stockholmê vebû, pişkên Ericsson ji 5 bêhnok 4 yekser bilind bûn 70:30 kronî.

Bi firotina beşê xwe bo Sony Ericsson, Ericsson tu encamên neyênî nayne ji bo 3000 kargirên Sony Ericssonê li Lundê, Ulf Bengtsson yê serokê klûba yekîtiya mihendis/akademîsyenan li Sony Ericssona Lundê.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".