Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dawit Isaac dikare miribe

Hat weşandin torsdag 27 oktober 2011 kl 17.10

Rojnamevan Lars Adaktusson yê Radio 1 daxuyandiye ku li gorî hinek agahiyan rojnamevan Dawit Isaak yê ji sala 2001an ve girtiye mimkun e miribe. Li ser vê agahiyê Radyoya Navneteweyî ya Swêdê li Anna Backlund ya buroya çapemeniya wezareta karê derve geriyaye lê wê diyar kiriye ku hay ji mirina Dawit Isaakî nîne.

Leif Öbrink yê serokê "Grûba Azadî bo Dawit Isaak" ji Radyoya Navneteweyî ya Swêdê rê dibêje bo wî tu agahiyek nehatiye ku nûçeya mirina Isaakî piştrastî dike.  

Mehari Abraham, debatorê civakî yê erîtreyayiyê derwelatî û rojnamevanê chalak yê TV-Zete li Stockholm, yek ji wan kesan e yên bawer dikin ku Dawit Isaak miriye.

Agahiya mirina muhtemel ya Isaakî ji aliyê dezgehên fermî yên erîtreyayî jî piştrast nebûne.

Çavkanî: TT/Radyoya Navneteyî ya Swêdê

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".