Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tevgerên li Swêdê ji bo goriyên erdhêja Wanê

Hat weşandin fredag 28 oktober 2011 kl 14.26
Tevgerên ji bo erdhêja Wanê
(6:12 min)
Cîgirê serokê CHAKê Gabar Çiyan /wêne: Beşir Kavak

Ji bo goriyên erdhêja Wanê ku 22 meha 10 de rûda gelek rêxistin û kesên  serbixwe çalakiyên cûrbecûr lidar dixin da ku bibine dilopeke av li ser dilê wan ên kizirî.

Hinek ji wan rêxistinan bi saziyên fermî re ketine danûstandinê, hinek ketine kolanan derî derî lêdixin û alîkari kom dikin, hinek bi xwepêşandinan hinek bi stran û loriyên xwe û hinek hema tûrê xwe pişt dikin û bixwe diçin ku bi destê xwe birîna gorîyan erdhêja Wanê qenc bikin.

Rêxistina mafê mirovan CHAK yek ji wan e. Cîgirê serokê giştî yê  rêxistina CHAK ê li di derbarê karûbarên xwe de agahî dide.

Gabar Çiyan  dibêje ku daxwazî ji bo alîkarî gelek hene him ji aliyê kurdan û him ji aliyê gelê din jî, tirk, swêdî û her wekî yên din. Lê ya ji kurdan gelek berçav e.

Wusa bûye kesên serbixwe hema çend kes kom dibin,milên xwe didin jor komiteyan ava dikin û dikevine nav çalakiyan de.

Komek gêncan ku xwe wek ” den nya generationen kurder” ango ” kurdên nifşeya nû” didin nasîn û nav xwe de jî insiyatîva Wanê ava kirine.

Dê ev kom roja yekşemê li meydana Sergelê li Stockholmê seet 16:00 de xwenîşandanek lidar bixin. Ev yek him ji bo komkirina pereyan e û him jî rexneyan li alikariyên sist ya Tirkiyê li herêma erdhêjêye, li gor daxuyaniya wan bixwe.

Tîma futbolê ya Dalkurdê bi tîma Stockholmê AIK re di nav danûstandina da neji bo ku li Stockholmê maçek futbolê lidarbixin.

Hemû hatina maçê wê ji mexdûrên Wanê re bê şandin.

Komek din ku ji kesên xweser ve pêk tê, bixwe telefonan vedikin cî be cî re û daxwaziya alikariyan dikin, lê ev dê alikariya xwe bixwe direk bisine cihê erdhêjê. Ew  dixwazin bi destê xwe bibin û bidin destên goriyan.

 Ismail Naci Özturk yek ji vê komîtê ye ku îro dane fermî kirin.  

Ne tenê kurd lê ji aliyê Swêdê bixwe jî destên piştgiriyê dirêj dibin , yek ji wan Lars Ohly e. Serokê Partiya Çep bixwe daxuyanî da çapemeniyê û banga alikariyê ji gel kir çend roj berê.

Gabar Çiyan  rewşa dawî ya herêmê bilêv dike û ew bixwe jî dibêje ku ew kesên dixwazin alîkari bikin çêtir e ku bixwe bikin hesaba direk  ku niha li Wanê vebûye ku zûtir bigihije destê wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".