Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
På grund av ett tekniskt fel har en signal gått ut som påminner om VMA-signalen. Detta är ett falsklarm. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland eller ring 113 13.
(Publicerat idag kl 05.16)

Keşfa lêkoleran dermanê nexweşên astmayê

Hat weşandin fredag 28 oktober 2011 kl 14.39
Wêne: Jessica Gow/Scanpix.

Lêkolerên Lundê di pişikê de proteînek peyda kirine ya dibe sedema ku nexweşên astma û KOL’ê ji kesên din bêhtir nexweş dibin dema serma digirin. Zêdeyî 200 vîrusên sermagirtinê hene û dema şewb sivik be jî ji bo nexweşek sermagirtî dikare 3 mehan bigire heta ku rehet bibe. Li Swêdê zêdeyî 700 000 bi asmayê û ewqas jî bi nexweşiya KOL’ê ne. Dema rewşa wan xerabtir dibe piraniya caran ji ber vîrusên sermagirtinê ye.

Li gorî lêkoler Lena Uller pirsgirêk e ku nexweşên astma û KOL’ê pir caran nizanin ku rewşa wan ji ber sermagirtinê xerabtir dibe. Lê eger vê bizanin, dê baştir bikarin xwe biparêzin, Uller dibêje.

  

Bi saya proteîna ku lêkolerên Lundê peyda kirine niha dê dermanek çê bibe bo bergirtina xerabtirbûna nexweşên astma û KOL’ê dema serma digirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".