Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gûmana tawanê hebûye lê doz venebûye

Hat weşandin fredag 28 oktober 2011 kl 14.44
Li perwerdeya polîsiyê şagirt tenê rojekê dersa ”sûcên bi navê namûsê" dibînin. Wêneyê arşîvê: Claudio Bresciani/Scanpix

Polîs gûmana ”tawana bi navê namûsê” dike ji dehan bûyerên xweavêtina jinan ji balkonan van pênc salên dawiyê. Digel ku polîs ji van bûyeran gûman kiriye jî yek doz bi tenê jî venebûye. Ev encam di lêkolîna bernameya Kaliber ya kanala radyoya Swêdê P1 de derketiye holê. Komeleyên piştgiriyê, lêkoler û polîsan bixwe, lêkolînên polîs rexnegir dikin. Hatiye zanîn ku mîna gelek bûyerên din dema jinek 28-salî ji balkonê ket li Malmöyê, polîs gûmana ”tawana bi navê namûsê” kiriye lê ji ber nebûna delîlan dosya girtiye û doz jî venebûye.  

Jina 28-salî, hîn nû hatibû Swêdê dema ew ji pencereya mala xwe ket.  

Polîs ketina wê pêşî mîna qezayekê nirxand û vê yekê dikare li tevahiya lêkolînê bandor kiribe Leif Fransson dibêje, ku bixwe jî di lêkolînê de cîh girtiye:  

Leif Fransson dibêje nirxandina yekemîn dibe sedema ku di pêngava pêşîn de hinek tiştên girîng ji dest biçin ku bidestxistina wan zor e piştre dema dîmenek giştî derdikeve holê.   

Li gorî polîs lêkolîna van cûre-bûyeran pir zehmet e û pêdivî bi zanebûnên taybet heye.

Lê li perwerdeya polîsiyê ya du sal û nîvî, şagirt tenê rojekê li ser ”sûcên bi navê namûsê” perwerde dibin.

Ulrika Herbst berpirsa beşekî ye li rêvebiriya giştî ya polîs, Rikspolisstyrelsen, û berpirsa vê perwerdeyê ye.

Ew dibêje sedem heye ku belkî vî beşê perwerdeyê berfirehtir bikin:   

Devin Rexvid yê sosyonom li Umeå ev bûyerên balkonan lêkolîn kiriye û gehiştiye encama ku divê baştir giraniyê bidin grûbên pispor:  

Ji bûyerên ketinên balkonan yên ez dinasim, diyar bûye ku lêkolîna polîsî baştir çûye dema zanebûnên pispor hebûne.

Û belê perwerdeyên giştî ji bo tevahiya xebatkaran pêwist e lê bi wê tenê nabe, Devin Rexvid dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".