Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Êzîdiyê ku Swêdê dersînor kiribû, hat serjêkirin

Hat weşandin måndag 31 oktober 2011 kl 10.00
Kurdên êzîdî
(0:11 min)
Nasnameya Xalid Xwedêda ya ji Daîreya Koçê/ wêne: Patrik Hekkala - SR

Xalid Xwedêda kurdek êzîdî ji Îraqê bû. Di 2007ê de Xalid ji gundê Sirêçkayê ku di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de ye tê Swêde û serî li penaberiyê dide, lê serlêdana wî tê redkirin. Ew destûra rûniştinê nasitîne û bi reda dawî re, di sala 2010ê de Xalid xwe radestî polîsan dike û wî vedigerînin Iraqê. Xalidê 27 salî bavê kurekî şeş mihî bû.

Fewaz Xwedêda derbarê kurapê xwe yê kuştî Xalid de van agahiyan dide.

Destpêka vê hefteyê li rêya navbera Kerkûk û Silêmaniyê laşê Xalid yê gurandî hat dîtin. Ew di xew de serê wî ji aliyê kesekî ji başûrê Îraqê ve tê birîn û du birayên wî bi çakûçan tên birîndarkirin.

Ji bo tazî û serexweşiyê komeleya Mala Êzîdiyan li Helsingborg ji xelkê re hatiye vekirin. Kurap û pismamên Xalid li wir sersaxiyên mêvanan qebûl dikin. Ferman Xelil ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan

Li gor Ferman Xelîl ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan li Helsingborg Xalid Xwedêda li Kerkûkê di gazînokê de wek karker dixebitî. Kesek ji Necefê tê û çend rojan bi wan re kar dike, paşê êvarekê dema Xalid û birê xwe di xew de ne, ew Xalid dikuje û birayên wî birîndar dike. Li gor Ferman mêrkuj reviyaye û nehatiye girtin.

Vêce mirov meraq dike. Gelo haya Daîreya Koçê – Migrationsverket ji kuştina Xalid heye? Berpirsê Çapemeniyê yê Daîreya Koçê Johan Rahm diyar dike ku ew jî bi rêya çapemeniyê bi kuştinê hesiyane û ji bilî wê ti agahdariyên berfireh destê wan de nînin.

Ferman Xelil ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan radigihîne ku li dij muameleya Daîreya Koçê ya li hember êzîdiyan ew difikiriin xwepêşandanekê li darbixin. Xelîl dibêje  ”Kurdên êzîdî li Îraqê dibin xeterê de ne. Loma divê Dezgeha Koçê – Migrationsverket li dozê êzîdiyan baştir binêre û wan dersînor neke.”

Me ji Xelil pirsî bê ev daxwaza wan ji bo êzîdiyên herêma Kurdistanê jî derbas dibe yan na?

Ê Daîreya Koçê rewşa êzîdiyên Îraqê çawa dinirxîne? Berpirsê Çapemeniyê yê Daîreya Koçê Johan Rahm:

”Gelek komên li Îraqê di rewşek zehmet de ne û êzîdî jî yek ji wan koma ne. Bi baştirbûna ewlekariya Iraqê re em bala xwe didinê ku rewşa kêmayiyan kambaxtir dibe. Em dizanin ku rewşa wan pir xerab e.” dibêje Johan Rahm.

Herçend  Daîreya Koçê tesdîq dike ku rewşa kurdên Êzîdî li Îraqê xerab e jî, ew li penaxwaziya wan wek ferd dinêrin. Johan Rahm dibêje ku ew ti caran nikarin bêjin ji ber ku kesek endamê komekê, civatekê ye ew divê yekser mafê parastinê li Swêdê werbigre. Nexêr, nirxandin li gorî kesan û sebebên wan tê kirin.

Yanî ji bo Daîreya Koçê ferq nake bê kesek ji malbatek êzîdî, yan misilman tê?

”Belê ferq dike, dibêje Rahm û ew jî beşek girîng e ji nirxandina ferdî. Bê eslê mirov çi be li gorî wê xetera li ser mirov jî tê guhertin. Rahm bi berdewamî dibêje ku haya wan jê heye ku rewşa êzîdiyan aloz e û di lêkolînên xwe de ew vê yekê berçav digrin, dibêje Johan Rahm.

Em behsa kurdekî êzîdî ku salek-du salan piştî dersînorkirina xwe li Îraqê hatiye serjêkirin dikin. Gelo raya Daîreya Koçê ku ev kes dersînor kiriye derbarê vê kuştina hovane de çi ye? Johan Rahm:

”Berya her tiştî ev kuştin trajediyek e. Halê hazir zêde agahdarî di destê me de nînin. Nêzîkê du salan ser vegerandinê re  derbas bûye. Di vê navbera ku ew vegeriya ye heta niha jî em nizanin bê wî çi kiriye.

Johan Rahm behsa wê yekê nake ku reda dawî ji Xalid Xwedê da re hatibû, lê dibêje wî ”bi riza xwe Swêd terikandiye û di nav van du salan de gelek tişt dibe ku bûbin.”

Kurapê Xalid, Fewaz Xwedêda yê niştecihê Helsinborg diyar dike ku sedema serlêdana penaxwaziya Xalid xetera li ser kurdên êzîdî bû û ew jî wek ferdek êzîdî ji xwe bitirsbû. Vêce eger derkeve ku Xalid ji ber endamtiya xwe ya ola êzîdî hatiye kuştin berpirsiyariyek Daîreya Koçê nîne gelo? Berpirsê çapemeniyê yê Daîreya Koçê:

”Halê hazir em zêde nizanin bê çi bûye û ne raste ku em texmînan bikin. Lêkolîn derbarê xeterên li hember wî de hatibûn kirin û biryara dersînorkirina ji Swêdê li gorî wilo hatibû dayin”, dibêje Johan Rahm û baweriya xwe bi biryara dadgehê tîne zimên.

Johan Rahm li bendê ye ku lêpirsîna polîsê Iraqê bûyerê zelal bike. Rahm dibêje dê bi rêya medya û çapemeniyê guhê wan li ser pêvajoya dadgehê be, lê ew ê ti daxwazên taybet ji Îraqê nekin. ”Wekî din jî bi rêya hin rêxistin û serdanên ku em bi xwe dikin pêşveçûnên li Iraqê em dişopînin”, dibêje Johan Rahm.

Gelo kuştina Xalid ku ji Swêdê hatibû dersînorkirin wê tesîrekê li penaxwazên nû yên êzîdî bike yan na?

Johan Rahm dibêje ”ji xwe kesên ku parastinê heq dikin wê herdem bên parastin. Her tiştê ku li Iraqê dibe em dinirxînin. Beşek girîng ji lêkolîna me şopandina rewşa Îraqê ya siyasî û ewleyî ye. Nirxandin jî li gorî guhertina rewşê tê kirin”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".