Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara zarokên tên revandin ji swêdê pirtir dibe

Hat weşandin måndag 31 oktober 2011 kl 10.00
Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix.

Derxistina zarokan bêdestûr ji Swêdê ji aliyê yek ji dêûbavan ve asayîtir dibe. Di halê hazir de wezareta karûbarên li nêzîka 134 rewşên bi vî awayî dinere û diyare ev meyila her bêhtir dibe.

Di hundirê şeş salan de hejmara zarokên hatinin revandin ducar bûye, ji 54 rewşan di sala 2004 de îro giheştîye 108 rewşên revandina zarokan.

Ta nuha 100 rewş hatinin qeyid kirin û tên texmîn kirin ku ev hejmar ta dawîya vê salêdê her bilindtir bibe.

Li gor wezareta karûbarê derve ronîkirineke muhtemel bo vê pirbûnê kare tevgera ku zêde dibe navbera sînorên welatan de, ger û seferên bêhtir û hem jî pêkanîna malbatan ji welatên cuda be.

- Em bawer dikin ku hejmara rewşên nediyar zêde ye û ku hejmara zarokên bêdestûr ji Swêdê tên derxistin bi du yan sê caran bêhtir e.

Anna Frank bû ya beşê nûçeyên radiyoya Swêdê bi wê re axivî. Û Anna Frank bi xwe yek ji kesên tevlî rewşeke bi vî awayî bûye. Wê di 3,5 de berxwe daye bo ku kurê xwe, yê rojekê di adara 2008 de ji dibistanê hate revandin bo Bosnyayê û yê ta nuha li wê derê dijî, vegerînê malê.

Li gor wezareta karûbarê derve, ya berpirsa rewşên navneteweyî ye di warê revandina zarokan de, imkana çareser kirina van astengîyan bêhtir e eger zarok hatibin revandin bo welatekî ji 80 welatên girêdayî peymana Haagê.

Eger welatek derveyî peymanê be, ihtîmala çareserkirina rewşên bi vî awayî kêmtir dibe.

Çareserkirina rewşekê di vî warî de tê bi wateya ku zarok li Swêdê tên vegerandin, lê kare jî wisa be ku dezgeh biriyarê bide ku zarok dê vegere ba wî dêûbavî yê zarok jê hatîye revandin, û di bêhtirê rewşan de, ango ji 10 rewşan 6, diya zarokê ye.         

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".