Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jinûvesazkirina Saab kare berdewam be

Hat weşandin måndag 31 oktober 2011 kl 10.51
Wêne: Scanpix.

Dadgeha destpêkî ya Vänersborg dibîne ku jinûvesazkirina Saab Automobile û dotşirket Saab powertrain û Saab Tools divê berdewam be.

Îro Saab plana xwe ya bazirganîyê ya bo xwedanên siyaran yên şirketê di civîneke deyindêran de li bajarê Vänersborg pêşkêş kir. Di plana hilandinê de bi milyarek kron ya beşeke di jinûveçêkirina Saabê de, dê 500 karmend mecbûr bin dest ji karê xwe berdin, ev li gor agahdarîyên ji şirketa xwedan Swedish Automobile.

Hizra serekî ew e ku şirketên çînî, Pang da û Youngman dê êdî şirketê birêve bibin. Bi hev re dê 7,5 milyar kron deynin ser şirketê di van du salên pêşî de.

Li gor planê dê Saab di sala 2014 bi feyde derkeve. Eger bazara bi şirketên çînî re here serî dê Youngman xwedanê 60 % be û Pang Da       40 %.

Bo ku deyinên xwe bi qaydeyan ve girê bide, Saab bi nêt e planeke dana deyinan saz bike ya ta nuha hîna xilas nebûye. Li gor planan jî dê Saab her berdewam be bi çêkirina siyaran li Trollhättan, lê hem jî li Çînê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".