Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara ewrûpîyên dimirin ji ber xweragirîya antîbîyotîkayê bi lez bêhtir dibe.

Hat weşandin måndag 31 oktober 2011 kl 11.53
Wêne:Håkan Lindgren/Scanpix

Tên bawer kirin ku di sala 2015 de hejmara mirîyên tenê ji ber enfeksîyon, ango kulbûna xwînê ji ber baktêrîyên ku dermanên asayî nikarin bi wan, bigihêje 17 000 kesî di hundirê ewrûpayê de.

Li Swêdê bi xwe ev astengî zêde mezin nebûye bi qasî li welatên din yên ewrûpayê. Di navbera 1% ta 2% ji enfeksîyonên xwînê li Swêdê ji ber xweragirîya antîbîyotîkayê bûn.

Wekî nimûne li Brîtanîyayê giheştibû asta ji sê beşan yek, ev agahdarî li gor beşê zanistîyê yê radyoya Swêdê. Û di rûpela şîroveyê de ya rojnameya Dagens Nyheter, nûnerên enstîtuya parastina vegirtinê û şaredarî û meclisa wîlayetên Swêdê dinivîsînin ku karê kêmkirina bi kar anîna antîbîyotîkayê li Swêdê giran bi rê ve diçe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".