Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwanên Kurd li Swêdê duh xwe nîşan dan

Hat weşandin måndag 31 oktober 2011 kl 15.20
Xwepesandina Ciwanên Kurd li Stockholmê
(7:45 min)
1 av 3
2 av 3
3 av 3

Ciwanên kurd li Swêdê bixwe milê xwe dane jor û çalakiyên cûrbecûr wek xwepêşanan û berhevkirina pereyan ji bo piştgiriya xwe ji bo goriyên erdhêja Wanê nîşan bidin. Duh jî wan ciwanan demjimêr 16:00 ta 18:00 li meydana Sergelê li Stockholma paytext de bi navê Insiyatîva Wanê xwenîşandanek lidar xistin.  Di vê xwepêşandinê de pere hate kom kirin û herwuha rexne li dewleta Turkiyê jî hate kirin ji bo karên wan ên sist di herêma erdhêjê de.

Mardin Hêjan Baban yek ji wan 12 ciwanan e ku vê çalakiyê lidarxistine behsa çîroka destpêka avakirina vê grubê dike.

Piraniya van ciwanan ku xwe wek Ciwanên kurdên Swêdê bi nav dikin li an li Swêd  hatine dinê an jî di temenek biçûk de hatine swêdê.  Wan ji xwe re grubek di Facebookê de vekirine û niha nji 3000 an bêtir endamên wan hene. Navê gruba wan Generationen för Kurdistans självständighet e.  Hemû ciwanên swêdê bi riya facebookê bihevre peywendidar in û agahiyên bajarên xwe, çalakiyên xwe bihevre parve dikin.  Ew girêdaya tu partî tu rêxistinê ninin . Ew tenê  nifşeya nû ya kurd in û dixwazin ji bo welatê xwe û gelê xwe bibin piştgir û alikar.

Mardin Hêjan Baban armanc û hedefên gruba xwe diyar dike.

Di xwenişandina duh de bi nêzikê 200, 250 kes kom bûbûn. Destpêk bi deqqeyek  rêzgirtinê destpêkir û paşî axivker yekûyek derketin ser dikê û gotinên xwe ragihandin.  Di van axavtinan de him ji bo piştgirîyî banga alikari kirin him jî helwestê çapemeniya tirkî û ku di pakêtên alikariyan de, alên tirk, kevir, dar wek biçûkxistina gelê kurde û ev jî encama xemsariya dewleta tirkiyê ye:

Seroka Federasyona Kurd Shermîn Bozarslan rexne li çapemeni û herwuha helwestên nijadperestiyê aliyê Turkiyê rexne kir.

Seroka Konseya Kurdan ya Swêdê Sevgi Gul jî helwestên hikumeta AK partiyê li dijê gelê kurd û erîşên li ser herêmê kurd şermezar kir,

Gabbar Çiyan cigirê serokê Çakê sipasiya xwe li ciwanan kir û li ser şandina alikariyan ji Wanê re agahdarî da.

Nivîskarê Swêdî û Endamê Hîndekariya Zaningehê Elî Gunder jî rewşa kurdan bilêv kir û piştgiriya xwe bi gel re diyar kir.

Berpirsiyarê tora kurdî yê  Socialdemokratan Claes Nordmark jî êş û kulên maxdûrên erdhêjê re parvekir û wî jî rexneyan li ser xemsariya Turkiyê barand.

Her wuha çend stranbêj jî wek Necmedin Xulamî, Sîdar, Hakan Vreskala, Dîyar Kurdbeşdar bûn û bi lorîkên dilşewat ve êşa Waniyan bilêv kirin. Hunermendê Tirk Hakan Vreskala jî li sazê xist û strana Hejirake stra.

Gelê kurd ji ber rêbazên alikariya dewlete tirkiyê û tiştên di paketên ji wan re şandî de,  aciz bûne û lewra bi tundî tevdigerin li gor Haci Kardoxi, karmendê Radyoya Aştî;

Şenge ji bajarê Eskilstunayê hatiye ji bo xwepêsenadanê. Ew ji ciwanekê çalakvan e û li Eskilstunayê gelek çalakiyan kirine ji bo vê erdhêja dawî.Şenge jî nerazîbûna xwe li hember karûbarên Turkiyê bilêv dike û dibêje ku ew gelek ji agahiyên bûyerên li Wanê û  çalakiyên ji goriyan re bi riya facebokê bidest xistiye.

Şenge;

Mardin Hêja Baban bi xwepêşandanê kêfxweşe û dibêje ku ew pereyên komkirî dê ji wanê re bê şandin û herwuha dê di facebokê de hemû öre bi öre bên hejmartin û nîşandan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".