Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Prosesa dadgehkirinê hember herdu rojnamevanên swêdî berdewam e

Hat weşandin tisdag 1 november 2011 kl 10.08
Wêne: Scanpix

Îro sibê pêvejoya dadgehkirina du rojnamevanên swêdî, Martin Schibbye û Johan Persson li paytextê Etîopyayê berdewam dike.

Şahidê yekem yê dozger ji hêza ku her du swêdî girtin dibêje ku sîlah bi wan re tune bûn dema girtina wan.

Lê li gor ragihandinan, somalîyên bi wan re hatin girtin xwedan sîlah bûn. Dê çar şahidên din îro di dadgehê de biaxivin, piştre filîmê her du rojnamevanan bi xwe kişandinin dê bên nîşan dan, yên têde tên îdîa kirin ku ew temrînên bikaranîna sîlah wergirtinin.

Nearamîyek ba meriv û xizmên her du rojnamevanan çê bûye ji ber bilez kirina zêde ya pêvajoya dadgehkirinê, ya kare bike ku alîyê parastinê negihêje xwe baş amade bike.

Diplomtên ji Amerîkayê, Almanya û Swêd li cih amade nin îro bo çavdêrî kirina pêvajoya dadgehkirinê.

Balyoza fînlandî li Addis Abeba ji beşê nûçeyan yê radyoya Swêdê, Ekot re dibêje ku dê diplomatekî wan îro derengtir tevlî pêvajoya dadgehkirinê bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".