Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Krîsa Yûnanê kare bi bandor be ser Swêdê

Hat weşandin tisdag 1 november 2011 kl 10.46
Wêne: Thanassis Stavrakis/Scanpix.

Bersiva nişkegavî ya serokwezîrê Yûnanê Giorgios Papandreou derbarê ku referandûmek kare bêje "erê" yan "na" bo wê pakêta rizgarkirinê ya heftîya derbasbûyî biryar ser hate wergirtin di yekîtîya ewrûpayê de, ji nû ve nearamîyê û borsayên daketî di cîhanê de saz dike.

Bo aborîya swêdî bi xwe ev neewleyî û nearmîya aborî kare daketina rewşa aborîyê ango konjunkturê bi leztir daxîn e û bêkarîyê bêhtir bike.

-Çend hûrgilî hîna jî ne zelalin piştî lihevhatina heftîya çûyî. Nuha ev referandûm lê zêde dibe ya nearamîyê jî zêde dike û dê bike ku rewşa bazarên aborî dê di dema li pêşîya me de bitirs be.

Herçend ku Swêd li derveyî hevkarîya euroyê ye, girêdanên me bi wê herêmê ve bihêz in, bi piranî ji ber firotina bo derveyî welat ya swêdî bo wê herêmê.

Girêdanên aborî û pabendîya navbera bankeyan de bo wergirtina sermaye her banoreke mezin li Swêdê jî dike. Lê gelo çima serokwezîrê Yûnanê referenadûmekê îlan dike di rewşeke mîna ya îro de?

Endamê parlamanê yê sosyaldemokrat û aborîzan Leif Pagrotsky bi awayekî neresmî amojgar bû bo Papandreou û ew vê yekê ronî dike:

-Ez nizanim, lê nirxandinek kare dudilîya wî be ku dê wekî din nemumkin ba. Ku êdî welatê wî hêdî hêdî dikeve rewşeke zehmet de û nikare bên birêvebirin. Ku daîreya bacê têkeve grevê de û wezareta darayî bên girtin ji aliyê karmendên wezaretê yên ketine grevê de.

Eger imkanê pêkanîna vê yekê hebe, şarîyeta bêhtir pêwîst e û ne ku ji aliyê derveyî welat ve li wan bên ferd kirin, wekî îro tên dîtin û ku di rastîyê de jî bi vî awayî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".