Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sida rola medyaya civakî giring dibîne û piştgirî dide

Hat weşandin tisdag 1 november 2011 kl 14.21
Wêne:Scanpix

Rêxistina piştgiriyê ji bo welatên din Sida giringî dide ser rola medyayên civakî li ser tevgerên demokrasî û azadiya gotinên bîrûbaweriyê û ji bo xurttir kirina demokratizekirinên  li welatên pêşketinê de  piştgiriya aborî dike.

Sida payîza borî de pere dabû projeyekê ji bo bêtir azadî di internetê de. Wan roja çarşemê kombûnekî avakirin bi hejmarek mezin ji blogvanan û çalakvanên ku kesên buhara erebî ve têkildar bûn. Ev kombûn ji bo konferansekê li ser internet û guherînên demokratîk.

Jon Hedeström ji Sidayê dibêje ku rola teknolojiya agahiyê li hemû dinyayê de her ku diçe giringtir dibe, û kesên ku bi vê teknolojiyê dizane jî hêzdar dibe.

- Lewra gelek giring e ku çalakvanên demokrasiyê û kesên ku ji bo mafê mirovan xebatan dikin, ji bo wek azadiya gotina  bîrûbaweriyan kar dikin, ew kes jî divê derfetên wanên van alavan hebe û herwuha jinûvekirinê zanistiyê jî ji bo ku bi awayek stratejîk bikarbînin.

Lê di heman demê de çalakvanên ku internetê û medyaya civakî bi berfirehî tê bikaranîn wusa dike ku rejîmên otorite jî zanyariya xwe di vê warê de pêş dixin li gor Jon Hedenström.

- Ew tê wateya ku ew bihevre hevkarî dikin û zanyariyên xwe bêtir dikin, ew dem ne tenê teknika sensurê û parzinandin peyda dikin lê dest bi êrişên xwe jî li dijêçalakvanên demokrasiyê jî dikin.

- Serhildan û xwenîşandanên buharê li rojhilata navîn û Afrikaya Bakûr de giringiya rola medyaya civakî gelek bal kêşa ser xwe. Ev him ji ber seferberkirina beşdaran û him jî ji bo raporkirina bûyeran ji çapemeniyên derveyê welêt re, yên ku nedikariyan beşdarên çalakiyan bibin.

Maryam Al- Khawaja şefa rêxistinekê mafê mirovan ya li Bahraynê,yek ji wan beşdarên konferansa Sida:yê bû.  Ew dibêje ku saziyên fermî li Bahraynê ne tenê hinek malperan daxistibûn lê bi riya Facebook û Twitterê nasnameya çalakvanan peyda kiribûn û wan girtibûnb û dabûne êşkencekirinê jî.

Lê belê, internet rolekê gelek giring, gelek erênî di xebatên çalakvanên mafê mirovan de leyistiye  li gor Maryam.

- Internet ferqa her tişti girt.  Ferqa rêxistina xwenîşandanan, ferqa peywendiyan, ji bo parvekirina  ramanan, gorûbêjan û tiştên din jî. Ferqek mezin derdixe holê. Milet dema di Meydana Mirwari de digeriya wêneyan dikêşiya, dida ser Twitterê û Facebookê.  Bixwe li wir bûn lê tu di netê de jî bû, hertiştên te didîtin di internetê de jî xuya dikir.

Meha adarê de Wezira karûbarê alikariyê Gunilla Carlsson hemû çalakvanên netê û bisporan komê hev kir da li ser teknolojiya ragihandin û -agahiyê danûstandinan bikin ka çawan mirov van bikar bîne ku azadî û demokrasiyê di welatên pêşveçûne de xurttir bike. Encama vê kombûnê bû çend projeyên berbiçav ku Sida jî piştgiriya aborî dayê.

Hikumet îsal 150 milyon kron pere danî ser xebatên ji bo demokratize kirinê, ser azad kirina gotinên bîrûbaweriyan, û projeya di derbarê serbestkirina li ser netê jî , beşek ji vê insiyatîvê ye.

Jon Hedenström dibêje ku Sida bi mantiqî tevdigere dema bala xwe dide ser vê warê.

- Ev konferansa hanê awayek e ku van pirsan dêxe holê. Tekoşîna demokratiyê û azadiya gotinên bîrûbaweriyan ev bi salan e ku  ji Swêdê re bûye pirsa dendik.  

-Dibêje  Jon Hedenström û gotina xwe dom dike. Lê piştî ku internet di hemû cihanê de tê raxistin ,  ku teknika dijital bêtir bitesîr dibe, lewra divê Sida jî û bê giman Swêd bixwe jî bala xwe bidin ser vê warê, ji bo ku tevgerên demokrasiyê xurttir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".