Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jin kêm car tezmînatên zererê karî werdigirin

Hat weşandin onsdag 2 november 2011 kl 14.17

Hîna jî bo jinan bi zehmetir e danberhev bi mêran re ku tezmînatan werbigirin ji sîgorteya seqetî yan zererên ji ber karî. Herçend ku guhertinek di yasa de berîya gelek salan jî bo ku wekhevîyeke bêhtir saz bike di van pirsan de, ev agahdarî di raporeke nû de ji alîyê çavdêrîya bo sîgorteyên civakî, nîşan dide.

Di sala 2002 de sîgorteya êşên ji ber karî hate guhertin bo ku bêhtir wekhev bibe, bo ku rê li ber bêhtir jinan veke ku bikarbînin.

Di wê guhertinê de hate eşkere kirin ku dê nirxandin kesî be ser mercên fîzîkî û derûnî yên kesî.

Lê bi vî awayî nehatîye bi rê ve birin.

Hîna jî kar henin ku serdestî mêran e û tên nirxandin ku karin sebebê nexweşîyan bin, lê kêm car karên ku serdestî jinan ne.

Di vê raporê de li hemû gilînameyên hatinin sala 2009 û 2010 û derbarê nexweşîyên ji ber karî ne, hatine nerîn.  Û 39 % ji mêran tezmînat wergirtin e lê tenê 24 % ji jinan tezmînat ji wan re hate qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".