Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Åkesson îsal jî bo şahiya Nobelê nehat vexwendin

Hat weşandin torsdag 3 november 2011 kl 11.51
Jimmie Åkesson. Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Îsal jî serokê partiya Demokratên Swêdê, Jimmie Åkesson nehat vexwendin bo şahiya Nobelê ya 10 desemberê. Lê her mîna sala par serokên din yên partiyên meclîsê hatine vexwendin. Serokê nû yê Fona Nobelê Lars Heikensten di daxuyaniyekê de diyar dike ku wan sedem nedîtiye ku biryara sala par ji nû ve binirxînin. Wê demê hatibû gotin ku ew xêrhatina Åkesson nakin ji ber ew hîmên ku partiya wî li ser ava bûne bi prensîbên wesiyeta Alfred Nobel re li hev nakin. 

Jimmie Åkesson dibêje biryara wan li ser bingehê şaşfêmkirina Demokratên Swêdê hatiye wergirtin û çûna Nobelê ji bo wî ne zêde girîng e:

- Ne tenê ez, neh milyon swêdiyên din jî bo wê şahiyê nehatine vexwendin, îcar bo min pirsgirêk nîne, Åkesson dibêje.

Çavkanî: Ekot

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".