Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xrîstiyanên Demokrat qaîdeyên zelal dixwazin

Hat weşandin fredag 4 november 2011 kl 14.25
Serokê partiya Xrîstiyanên Demokrat Göran Hägglund dixwaze qaîdeyên reftarî zelaltir bibin li dibistanan. Wêne: Björn Wanhatalo/Scanpix

Partiya Xrîstiyanên Demokrat (kd) xwendingehek nû ya bi qaîdeyên zelal yên reftariyê ango dixwazin. Şagirt dê fêrî demokrasî û wekheviyê bibin û rêzê li nirxên mirovahiyê bigirin, serokê partiyê Göran Hägglund li rojnameya Dagens Nyheterê dinivîse. Dibistan ne tenê divê di warê zanebûnê de kar bike lê pîvanên saxlem û girîng jî bide şagirtan, û ji bo danîna kesayetiya şagirtan jî kar bike, Göran Hägglund dibêje.    

Li gorî Hägglund nêrînek xeter e eger fêrgeh tenê mîna amadekariya jiyana pîşeyî bê dîtin.

 Ji bo vê jî divê mamoste maf hebin dest deynin ser telefonên destan, hişyariyên nivîskî bikin û şagirtan çend saetan zêde li dibistanê bihêlin, li gorî Hägglund.

Niha partî komek nû ya xebatê saz dike bi rêbertiya endama parlemanê Annika Eclund ku dê pêşniyazên zelal pêşkêş bike ji bo danîna siyasetek nû ya fêrgehê.

 

Çavkanî: TT

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".