Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zexta li ser Banka Navendî zêde dibe

Hat weşandin fredag 4 november 2011 kl 14.41

Her diçe zexta li ser Banka Navendî ya Swêdê zêde dibe bo ku fayîza xwe ya repoyê, bi gotinek din fayîza rêvebir, daxîne piştî ku Banka Navendî ya Ewrûpî ECB bi awayek ne li bendê fayîza xwe ji %0,25 daxist %1,25. Ev daxistin nîşane ye ku pêşketina aboriya Ewrûpayê lawaztir e ji ya hatibû nirxandin.

Wekî din jî rîsk heye ku ev nizmkirina fayîza ECB’yê euroyê lawaz bike, û kronek xurtir îxracata sanayiya swêdî dixe nav zehmetiyê, û ev jî îcar dikare bandorê li rewşa karî ya Swêdê bike. 

Profesorê aboriya navneteweyî Harry Flam li zanîngeha Stockholmê, bawer dike ku Banka Navendî dê di demek nêz de fayîza xwe nizm bike. Ne tenê ji ber ku ECB’yê ya xwe doh nizm kir lê ji ber ku konjunktrur êdî diguhere û rîska enflasyonê kêm dibe û wiha jî dem dema geşedanê ye. Nizmkirina fayîzê jî beşek ji vê pêvajoyê ye, Harry Flam dibêje.   

Nizmkirina fayîza repoyê bi armanca geşedana aboriya giştî ye û bandorê li fayîzên biliv jî dike. Bi nizmbûna fayîza reporê re fayîza deynê xanî û malan jî kêm dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".