Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Koçberîya bi mebesta kar tên çavdêrî kirin

Hat weşandin måndag 7 november 2011 kl 10.07
Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Xwedanên karî, ango kardêrên dixwazin kar bidin kesên ji derveyê sînorên Ewrûpayê, dê bêhtir bên çavdêrî kirin ji sala bê de. Piştî agahdîyên geheştinin destê wezîrê koç Tobias Billström, derbarê ku hinek kardêr karkerên ji derveyê Ewrûpayê bi kar tînin û miaşên zêde kêm didin wan bi merc û şertên karî yên xirab, nuha diaxive derbarê vê astengîyê û dibêje ku dê çavdêrî tuntir bibe.

Li gor wezîrê koç Tibisa Billström, dê ev çavdêrî kirin derbarê hevkarîyekê navbera dezgeha koç û daîreya bacê ya giştî de ye, ku bi awayekî hevûdû agahdarî bikin bo hêsanîtir kardêrên van kêmasîyan dikin peyda bikin.

- Divê dezgeha koç baştir bibe nuha ji aliyê peyda kirina û duristkirina rewşên neçê, û ji ber vê yekê jî nuha wezîfeyeke taybetî ji alîyê hukûmetê ve wergirtinin di nameya resmî ya hukûmetê de ku wekî nimûne, lîsteyên xwe yên qeydê bidin ber bingehên agahdarîyan yên daîreya bacê ya giştî.

Bi vî awayî mirov kare bi ser rewşên neçê ve be, yên tê de eşkere diyar e ku yê kardêr nikare miaşan bide, û belkî jî di rewşên riskê yên taybetî de yê kardêr zêde kes anî be bo Swêdê yan jî ku dema şirket nûsazkirî be kontroleke zêde bike.

Rêxistina hevkarî ya aborî OECD rexneyan li raporên derbarê Swêdê dike bo kêmasîyên di warê çavdêrî kirinê de û ew pêşniyaz dikin ku Swêd çavdêrî kirinên miaşan û merc û şertên karî baştir bi rê ve bibe. Û herweha ku yên karmend li go ya di destûra karî de bo yê karxwaz hatîye eşkere kirin kar bikin.

Hem sendîke û hem jî polîsên sînor rastî rewşên karî yên neçê bûne û gotinin ku wisa diyare ku kes ji wan yên bo karkirinê ji welatên li derveyê sînorê Ewrûpayê hatinin, nizanin bê merc û şertên karî çawa ne dema tên bo Swêdê.

Bi vê çavdêrî kirina nû bi danberhv kirina lîsteyên qeydê, bi hêvî nin nuha ku dezgeha koç karibe daxwaznameyên şirketên ku ji aliyê daîreya bacê ya giştî ve hatibin keşif kirin ku bi rewşên neçê kar dikin û bi kêmasî bin, neyên qebûl kirin. Îro bi xwe ev yeka ne mumkin e.

Eger daxwazname bê kêmasî bin, tên qebûl kirin ji alîyê dezgeha koç ve, herçend eger şirket fena jî bikin, Jonas Lindgren, şefê pirsên destûrê ye li dezgeha koç de vê ji beşê nûçeyên radiyoya Swêdê, Ekot re dibêje:

- Me bi xwe jî bi rêxistina hevkarî ya aborî OECD re ev yeka şîrove kirîye û me bi xwe jî gotîye ku em fen û hîleyan di rewşên dikevin ber destê me de dibînin.

Lê wekî yasa ya îro diyar e em mecbûrin wan daxwaznameyên bê kêmasî bin qebûl bikin. Yasa tu mecalê nade me ku em rewş û daxwaznemayan qebûl nekin ji ber peydabûna fen û hîleyan di wan de.

Jonas Lindgren, şefê pirsên destûrê li dezgeha koç dixwaze bêje ku îro kêmhebûna dewam kirina lênerîna rewşê heye û herweha paşkontolkirina şirketên kar didin kesên ji derveyê sînorên Ewrûpayê.

Lê wezîrê koç Tobias Billström, nabîne ku tiştekî bi vî awayî nuha aktuel e:

- Divê bi xwe em van du beşan ji hev cihê bikin. Ev derbarê pêşçavdêrî kirinê û paşçavdêrî kirinê ye.

Ev hemû beş dihêlin ku giring be em hewil bidin bi awayekî sîstematîk kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".