Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolîn notên nebaş dide Håkan Juholt

Hat weşandin måndag 7 november 2011 kl 14.55

Baweriya bi serokê partiya Soyaldemokrat Håkan Juholt kêm e, li gorî lêkolîna hevbeş ya rojnameya Dagens Nyheter û Synovate. Di lêkolîna anketî de ji 1005 kesan hatiye pirsîn gelo Håkan Juholt yan jî Fredrik Reinfeldt herî baş nûneriya Swêdê dike? Pirs li ser pênc qadên ku ji karên serokwezîriyê ne û Fredrik Reinfeldt bi zêdeyî di hemû qadan de ser dike.

 

Ferqa herî mezin di navbera wan herdûyan de di mijara nûnertiya Swêdê li cîhanê ye. %72 yên pirsjiwanbûyî Fredrik Reinfeldt û %12 jî Håkan Juholt hildibijêrin.

Wekî din baweriya bi Håkan Juholt ji ya seroka berê Mona Sahlin jî kêmtir e.

Li ser vê Håkan Juholt dibêje ew ji van hejmarên raya giştî ecêbmayî nemaye.

Ji dema ez bûme serokê partiyê ve, berî bi heft mehan, bala çapemeniyê zêde bûye û carna derewên rastûrê mîna rastî nîşandan dane.

Ez çawa jî bikim ev dîmen di heqê min de saz bûye, Håkan Juholt dibêje û diyar dike ew dixwaze heta hilbijartina sala 2014 serkariya partiyê bike. 

Cavkanî: DN/Ekot

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".