Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Trênên sererdî dikevin şûna otobusên şîn

Hat weşandin måndag 7 november 2011 kl 15.00

Li Stockholmê, trênên sererdî yên navbajêr dê bikevin şûna otobusên şîn. Bi vî awayî plan e ku çûnûhatina trafîka kolektîf hinekî zêde bibe û dorên dirêj yên dema trafîkê kêm bibin. Di vê pêşniyaza trafîka herêma Stockholmê SL de tu hesabên aborî nînin lê li gorî avakirinên din yên herêma Stockholmê, ev proje bi hesabê lêkolerên trafîkê dikare li dora 40 milyar kron bike. 

Halî hazir %70 yê rêwîtiyên navbajarê Stockholmê yên dema çûnûhatina herî zêde bi trafîka kolektîf dibin lê li derveyî bajêr tenê %30 e.

Ji ber wê, çiqas hewldanên guherînan bibin jî, dê zêdekirina rêwîtiyên kolektîfî zehmet be, li gorî lêkolerê trafîkê Göran Tegnér.

Çavkanî: svd

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".