Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Carema Care rexneyên tund dibarin

Hat weşandin måndag 7 november 2011 kl 15.04

Li mezintirîn kompaniya lênêrîna pîrûkalan, Carema Care, rexneyên tund dibarin. Di dema alîkariya dewletî kêm bû de dezgehên lênêrîna pîrûkalan ji kompaniya Carema re man. Carema jî baş li pîr û kalan nenêriye lê şefên kompaniyê fêdeyên mezin kirine û bûne sermayedar. 

Şefek Carema yê naxwaze navê xwe bide dibêje beşên Caremayê bi hev re ketine hevrikê û şefên ku butçeya xwe nizm dikin, bi buhayê meaşê çend mehan tên xelatkirin.

Li ser rexneyan, dîrektorê giştî yê Carema Carl Gyllfors vê sibê di bernameya Gomorron Sverige ya televizyona Swêdê de îtiraf kir ku sîstema bonusê ya kompaniyê ne tiştekî di cîh de ye, û ew dê ji sala bê û pêde tenê ji bo kalîteya zêdetir bonusê bidin şefan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".