Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezîr alîkariya Forum Syd rexne dike

Hat weşandin tisdag 8 november 2011 kl 14.59

Grûbên Filîstînê, Palestinagrupperna, 150 000 kron dane bo nivîsek bi mijara pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê. Beşek mezin ji van pereyan ji rêxistina yarmetiyê Forum Syd hatiye, ku carê wezîfeyan werdigire ji Sida ya rêxistina yarmetiya dewletî. Li gorî wezîra yarmetiyê Gunilla Carlsson, nivîsa bi sernivîsa Kolonialism och apartheid - Israels ockupation av Palestina, gelek tûj yekalî ye. Kurdiya sernivîsê "Kolonyalîzm û Apartheid – Dagîrkeriya Îsraîl li Filistînê".

Carlsson dibêje nabe pereyên bacdêran ji tiştên wiha re here.

Seroka Forum Syd û endama parlemanê ya partiya Jîngehê (mp) Bodil Ceballos dibêje, ya Gunilla Carlsson dike hukumdariya wezîrî ye eger dê sazkirina raya giştî ya rêxistinên xêrxwaz qedexe bike.

Heçî Sida ye, qebûl dike ku nivîs dikarîbû hinekî bêhtir hevseng bûya û dê bi Forum Syd re nîqaş bike lê tu pere paşve nexwaze.

Forum Syd ji 175 rêxistinên Swêdê pêk tê. Forum Syd xebat dike ji bo edaleta navneteweyî û pêşketina ragirbar, li gorî bernameya wan bixwe.      

Çavkanî: SvD/TT

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".