Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmtir şagirtên pola 9 serkeftî ne

Hat weşandin tisdag 8 november 2011 kl 15.08

Ji şagirtên ku buhara derbasbûyî pola 9’ê xelas kirin %87,7 kompetensa xwendina lîse ango amadeyî hebûn. Ev li gorî sala par hinekî kêm e. Li gorî Daîreya Dibistanê sedema vê kêmbûnê şertên zehmetir in. Lê şertên îsal û yên sala par eynî ne, ya guherî tenê encam bixwe ne.

Li gorî şertên berê, diviyabû şagirt sê waneyên matematîk, îngilîzî û swêdî/swêdî mîna zimanê duyemîn bi serketin xelas bikin da bikarin li amadeyiyê bixwînin.

Lê ji îsal û pêde divê ji bilî wan hersê waneyan di hejmarek waneyên din de jî serkeftî bin da ku bikarin li amadediyê bixwînin.

Tenê %82,5 yê şagirtên pola 9’ê dikarîn li hemû beşên amadediyê bixwînin. Bi gotinek din %17,5 yê şagirtan di hilbijartina xwe ya amadeyiyê de bisînor in.

Çavkanî: TT

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".