Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jehr ketiye xwarina zarokan

Hat weşandin tisdag 8 november 2011 kl 15.10
Aflatoxin, madeyek kufik e ku kanserê peyda dike, di xwarinên zarokan de peyda bûye. Wêne: Semper

Di xwarina zarokan de jehra ku kanser ango penceşêrê çêdike, peyda bûye. Ev xwarin yên kompaniya Semper in. Kompaniyê berî bi hefteyekê ji çapemeniyê re diyar kiribû ku wan di xwarinên xwe de şopên madeyên evnikê ango kufikê peyda kiriye biryar dane beşek ji berhemên xwe ji dikanan paşve wergirin.

Lê Semper negot ew madeyên kufik çi made ne. Niha derketiye ku ew du madeyên yek bi navê Aflatoxin û ya din Ochratoxin e. Herdû jî madeyên jehrê ne. Bi taybetî Aflatoxin bi awayek zanistî îspat bûye dikare kansera kezebê çêke li cem mirovan.

Berê jî îsal Semperê ji ber nisbetên bilind yên Aflatoxin di xwarinên wan de, hinek berhemên xwe paşve vegerandibû. 

Li ser pirsa çima we pêşî negot ew made kîjan in, şefa kalîteya Semperê Stina Björneholm dibêje  - Nisbeta wan ewqas kêm e ku ne hêja bû em dê û bavan bitirsînin:

  

Lê toxikolog Lilian Abramsson Zetterberg li Daîreya Xwarinê dibêje divê kompaniya Semperê ji roja roj ve bigota ew çi made ye.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".