Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zlatan Ibrahimovic dîsa xelatgirê goka zêrîn

Hat weşandin tisdag 8 november 2011 kl 16.10
Wêne: Scanpix

Zlatan Ibrahimovic dîsa xelatatgirê goka zêrîn Guldbollen e. Ev pênc car e li dû hev û bi giştî şeş caran Zlatan futbolîzê herî baş yê Swêdê tê hilbijartin. Xelat şevê din di galaya futbolê li Globenê li dar ket. Li gorî şîroveya jûrî: "Zlatan Ibrahimovic xelatgirê Guldbollen e ji ber karê wî yê di tîma neteweyî ya Swêdê û klubtîma Mîlan. Di demên herî dijwar de ew her serkarê herî jîr û çalak bûye, û bi vî awayî xelata hosteyiyê li xelatên xwe zêdetir kir."

Ji bo serkeftina xwe Zlatan Ibrahimovic spasiyên xwe pêşkêş kir hevalên xwe yên futbolîz, malbata xwe, piştgirên xwe, antrenorên tîma neteweyî û tîma klubê.  

- Nayê ziman. Tenê yê vê hestê dijî dikare fêm bike çawa ye, Ibrahimovic dibêje.

Zlatan Ibrahimovic di salên 2005, 2007, 2008, 2009, 2010 û niha jî 2011an xelata goka zêrîn ango Guldbollen wergirtiye.

Xelatgira goka almas ango Diamantbollena îsal jî Lotta Schelin e. Rojnameya Sydsvenskan ya ku ligel yekîtiya futbola Swêdê vê xelata Diamantbollen dide, hilbijartina xwe wiha formule dike: "bo futbolîzek di asta cîhanî de ya ku hêza wê ya taybet îlhamê dide dora wê û li devera herî pêwist jîrekiya herî pêwist nîşan daye".

Schelin dibêje ev sala wê ya herî baş bû, ne tenê di warê şexsî de lê mîna klub û tîma neteweyî me pir tişt bi ser xistine:

- Dema tîm baş e mirov bixwe jî baştir dibe, serketina me bi hev girêdayî ye, Lotta Schelin dibêje.  

Lotta Schelin yek ji baştirîn futbolîzên Swêdê bû di kûpaya cîhanê de rolek girîng lîst ji bo xelata bronzê, û di serkeftina klûba Lyon di kûpaya Champions league de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".