Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ismet Şerîf Wanlî vê sibê ji nav me koç kir

Hat weşandin onsdag 9 november 2011 kl 12.46

Rewşenbîrê kurd, profesor doktor Ismet Şerîf Wanlî serê vê sibê seet 4 li bajarê Swissreyê li nexweşxana Lozanê jiyana xwe jî dest da. Ismet Şerîf Wanli ji sala 1924 an de li Şamê hate dinê û di dema perwerdehiya xwe de rastê tekoşerên kurd wek Celadet Ali Bedirxan, Qedri, Ekrem Cemilpaşa  û Nuredîn Zaza tê û ew bihevre ji bo gelê xwe dest bi çalakiyên xwe dikin.

Li Lubnanê, Fransayê û Amerikayê perwerdehiya xwe dom dike û zimanê xwe jî di sirguniya xwe de hîn dibe. Ji bo vê yekî jî Wanli gotibû ku ” herkes li welatên din de zimanê xwe jibîr dikin lê ez kurdi li derve hîn bûm”.

Wanli sala 1948 an de li Lozanê perwedehiya xwe ya huquqî temam kir û sala 1955 an de beşdarê Parlementoya Kurdên li Surgunê bû. Û demek dirêj serokatîya  Kongreya Neteweya Kurdistan, KNK kir.

Hevkarê wî ji KNK Xalid Xeyati hestên xwe ji ber koça Wanli bilêv dike.

Wanli gelek pirtûkan nivîsandiye û bi salan e bi hevjîn û zarokek xwe ve li Lozanê jiyana xwe dikir.

Ev çend meh bûn ji ber xwîndawerivîna mejîyî nesax ketibû, û îro di 87 saliya xwe de jî çavên xwe ji bo cara dawî dane hev.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".