Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şagirtan dikin qaçaxçiyên narkotîkê

Hat weşandin måndag 14 november 2011 kl 10.00
Xwendevan û narkotik
(7:50 min)
Pirsgirêk û xeterên dibistanan /wêne: scanpix

Diyarê 15 salî behs dike bê xelkên derve çawa hefteyê carek, du caran tên derdorê dibistana wan, xwe li baxçe û meydanên vala digrin û hewl didin têkiliyê bi zarokan re deynin ji bo ku wan bikin qaçaxçiyên narkotîkê.

Ew 15 salî ye û diçe sinifê nihê. Naxwaze nave wî bê aşkerekirin û dengê wî bê naskirin ji ber ku naxwaze ew ji aliyê hevalên xwe ve bê naskirin, loma em dengê wî diguherin û jê re dibêjin Diyar.

Diyar behs dike bê xelkên derve çawa hefteyê carek, du caran tên derdorê dibistana wan, xwe li baxçe û meydanên vala digrin û hewl didin têkiliyê bi zarokan re deynin.

Diyar radigihîne ku ev kesên ku tên derdorê xwendegehan piranî bi bisiklêt yan motoran e û temenê wan ji şagirtên dibistanê meztir e.

Li gor gotina Diyar firoşgerên maddeyên norkotîkê her hefte tên dibistana wan. Destpêkê ji bo zarokên ku ew nas nakin bêpere çixaran didine wan û paşê gav bi gav piştî ku têkilî bi zarokan re danîn heş û maddeyên din yên narkotîkê didin zarokên 13, 14 û 15 salî.

Û zarokên ku dibin tiryakî êdî dibin firoşgerên narkotîkê yên rojên pêş.

Her carekî miqdarê 300-400 kronî tê firotin û firotina maddeyên narkotîkê dibe karê wan.

Lê ma mamoste, karkerên dibistanê bi van kesan nahesin?

Belê, hin kes tên girtin lê xuya ye şûna wan zû tê dagirtin, lê herdem kesên nû peyde dibin.

Em berê xwe didin dibistana ku Diyar behs dike.

Dibistan li taxeke bakurê Stockholmê li derveyî bajêr li ciyekî pir aram e. Aramî li baxçê dibistanê jî xuya dike. Şagirtên 10-15 salî li baxçe diçin û tên, diaxivin û dilîzin. Li baxçe ti sixêf, çîr û gotinên xerab nayên bihîstin. Zimanê wan bi hev re xweş e û dengê wan bi hev re nimz e. Li ser dîwaran jî ti çixêzkirinên bêserûber nayên dîtin.

Herçend hejmara şagirtên vê dibistanê navbera 400-500 kesane jî, ji aramî û bêdengiyê heya mirov neçe nav hewşa avahiyê mirov pê nahese ku ew dibistan e.

Lê xuya ye ev dibistana ewqas sakin jî ji nexweşî û pirsgirêkan ne mûaf e. Heta hin kes vê bêdengî û aramiyê wek fersend dibînin.

Diyar behs dike ku zarokek 13 salî yê ku ji berê de maddeyên bêhişker bi kar tîne diçû dibistanek din. Lê polîs pir caran diçe wê dibistanê û tehlîla mîzê ya zarokên gumanbar digire bê wan narkotîk bi kar anîne yan na. Bi vî lawikê 13 salî jî hesiyabûn û ew ketibû bin kontrolê.

Lawikê 13 salî û dibistana ku ew diçiyê dixwazin lawik cî biguhere û bî wî awayî ji nebaşiyan dûr keve. Lawik serî li vê xwendegeha sakin dide û qebûl dibe. Ji ber ku ev wek dibistanek sakin tê naskirin û kontrolên wê kêm in ev lawik vêga xwe pir rehet dibîne.

- Li vê dibistanê kes nabêje te tiştek kişandiye divê tu herî tehlîla mîzê bidî, texmîna wê yekê jî nakin loma ew kesê ku vê dike xwe pir di ewleyiyê de hîs dike. Ji bo deşîfre nebe ew hat dibistana me, dibêje Diyar.

Derbarê kirîn û firotina narkotîkê, me ji midûra dibistanê pirsî bê haya wan jê heye yan na? Belê wan ferq kirine û giliyê dawî ku wan li cem polîsan kirine jî derbarê vê problemê de ye.

- Mamosteyekê hinek dîtibûn ku ji dibistanê berê xwe didin daristana rex û dikişînin. Min polîs agahdar kir. Polîsan gotin ku ew ê modela Linköping bi kar bînin. Ango yekser biçin mala van zarokan, bi dê û bavê wan re rûnin û biaxivin. Ez dizanim ku polîs ew girtin lê haya min jê tine bê paşê çi bi wan kirin.

Ev gotinên midûra dibistana li taxek Stockholmê ku naxwaze em navê wê bidin e.

Ev dibistana ku me behs kir wek yek ji dibistanên herî sakin, aram û bêteşqele yên derdora Stockholmê tê naskirin. Lê xuya ye li dibistanek hewqas aram jî pirsgirêk hene.

Em ê di nava vê hefteyê de hîna çend raporên din derbarê pirsgirêkên dibistanan û bê dibistan û rayedar li hember pirsgirêkên dibistanan çi tedbîran digrin de biweşînin.

Ji bo em bikaribin pirsgirêkan raxînin ber çavan pêdiviya me bi alîkariya we guhdaran heye.

Gelo wek xwendevan, yan dêûbavê xwendevanan, yan karkerê dibistanê tiştên nexweş li xwendegehê hatine serê te yan zarokên te? Ev dibe ku pevçûn be, rasîsm be, henekpêkirin be yan wek ku me di vê raporê de behs kir pirsgirêka narkotîkê be.

Çi bû û dibistanê ji aliyê xwe ve çi kir?

Em dixwazin çîrok û serpêhatiya te bibihîzin.

Bi telefonê li min bigere û ji min re behsa serpêhatiya xwe bike. Hejmara min: 08 – 78 46 292

Yan jî nameyekê bişîne maila min: besir.kavak@sr.se

Li benda telefon û nameyên we me!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".