Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaxwazên kurd tûşî hêrîşan bûn

Hat weşandin torsdag 10 november 2011 kl 16.43
Penaxwazên kurd li Sergels torg ê tûsî hêrîsan bûn
(7:02 min)
Wêne: Zayele /Lorîn Berzincî

Herçend ji alîyê dezgeha koç ve eşkere kirine ku dê prînsîpên xebata xwe biguherin û giheştne biryara ku xetereke bêhtir nuha heye ser hemwelatîyên îranî yên li derveyê welat çalakvanîyên siyasî dikin. Her dîsan jî rewşa gelek penaxwazên ji Îranê, û bêguman di nav wan de hejmareke gelek ji kurdan, ta nuha biryareke geşbîn wernegirtine.

Nimûneyek ji wan, kurdên penaxwaz ji rojhilatê Kurdistanê ne, yên ev 50 rojên wan di bin çadiran de li navenda Stockholmê, li Sergels torg çêbûne, bi zarok, jin û nexweşan.

Her wekû Zayele heftîya çûyî ragihand, şefê edaletê yê dezgeha koç Mikael Ribbenvik ronî kir ku rewş îro bo hemwelatîyekî îranî ku bi awayekî siyasî çalak e û rexnedarê rêjîma îranê ye li derveyê welat xirabtir danberhev bi berê re.

Ji ber atmosferekî bi giştî dijwartir li Îranê û piştî ku biryara dadgeha koç ya rênîşander hat di meha nehan, september de, nuha dezgeha koç prînsîpên xebata xwe diguhere hember lênerîna rewşên penaxwazîyê bo hemwelatîyên îranî.

Lê li gor dezgeha koç, ev prînsîpên xebatê yên nû, yên di praktîkê de dê wergirtina mafê penaxwazîyê bo gelek îranîyan li Swêdê hesanîtir bike, guhertinên zêde nake di karê dezgeha koç de.

Ji ber dema ku rewşa li Îranê xirabtir bû, her wê demê jî dezgeha koç ev yeka danî berçav di nirxandinên rewşên penaxwazîyê de. Hîna jî dê li lêkolînên rewşa penaxwazan kesî ango yek bi yek binerin.

Em vegerin rewşa penaxwazên kurd ku ev heye 50 roj di bin çadiran de, di vê sermayê de dijîn. Li gor wan gef û xetera ser wan geheştîya sergelstorg ê û çadiran wan bi xwe.

Ji ber ev çend carek tûjî hêrîşan bûnin, li gor wan diyare ji aliyê alîgirên rêjîma îranê ne: Kerim îlyasî, yek ji penaxwaz e û behsa hërîşên ser wan dike.

Ahîn û hewara van van penaxwazan nav kurdên Swêdê jî belav bûye. Her di heman dema çûm bo seredana panaxwazan li Sergelstorg, çend ji ciwanên kurd yên bi dilxawzî alîkarîyê pêşkêşî wan bike li cih amade bûn, Du ji wan Silêman û Ala bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".