Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mezinbûna aborîya YE rawestîyaye

Hat weşandin fredag 11 november 2011 kl 11.00

Mezinbûna aborî ya yekîtîya Ewrûpayê rawestîyaye, û Ewrûpa kare bi rêya paşveçûneke aborî be nuha. Ev yeka li gor pêşbînîya payizê ku komîsyonerê aborî yê yekîtîya Ewrûpayê Olli Rehn doh pêşkêş kir.

Lêkolîner Thomas Fischer, şefê rêxistina almanî ya hizirsazên leberal, bîroya Bertelmans Schtiftung li Brukselê, dibêje ku aborîzan behsa mezinbûna çîneke civakî ya nû ji gencên mezin yên bê hêvîyên ji pêşerojê dikin, cîlekî wendabûyî.

Lê zanyarin henin dibînin ku guvaştinek di temamê yekîtîya Ewrûpayê de kare bêhtir aborîyê lawaz bike. Ne hemû welatên endamê euroyê xwedan krîseke mîna ya Yûnanê û Îtalyayê ne.

Welatên mîna Elmaya û hem jî Swêd, xwe parastine bi zêdebûnên mezin û nuha divê êdî aborîyên xwe têxin hereketê de di şûna ku peran deyinin ser hev.

Wê demê hem welatên ketinin krîsê de bi aborîyên bi hêz re bi pêş ve herin, li gor aborîzanê aborîya neteweyî, Stefan de Vylder yê hişyarîyê dide ku plana komîsyonerê yekîtîyê, Olli Rehn bo perehilanînê nuha kare nearamîyeke civakî û xetera ser demokrasyê saz bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".