Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pirtûka Zlatan ji gelek xortan re dikare bibe pencereyek

Hat weşandin fredag 11 november 2011 kl 14.04
Wêne: Frank Luthardt/Radyoya Swêdê

Eşkerekirina jiyanên mirovên navdar yên wek Zlatan dikare bibe riya çareseriyê ji gelek xortên di rewşên nexweş de dijîn. Mirovên nas û kesên nimûne wek Zlatan Ibrahimovic  ku behsa serpêhatiyên xwe yên nexweş dikin, dikare ji gelek xortên din yên di heman rewşê de bibe alikariyek mezin.

Karin Johansson psikolog ji rêxistina Bris, vê yekê erênî dibîne û dibêje ku ev dikare ji  gelek xortan re bibe riyek xilasbûnê.

Karin Johansson

-Bi raya min dibêje Karin Johansson ev dikare ji bo gelek kesanre gelek bi wate be, dema kesek navdar ku cesaret dike serpêhatiyên xwe yên  nexweş nîşanê kesên din re jî bike ji gelek kesan re dikare bibe nimûne jî.  Ji gelek kesan re zahmet e ku jiyana xwe ya nexweş ji kesên din re bikarin vekin,  ev gavekê gelek  giring e.

Saziya Mafê zarokan di civakê de, Bris ( Barnens rätt i samhället) ji bo zarokên maxdûr xebatan dikin. Brîst bi zelalî dît ku dema werzişvanê navdar Patrik Sjöberg di pirtûka xwe de behsa serpêhatiyên xwe kiribû ku bi salan ew hatiye tecavuz kirinê, hejmara zarokên ku xwestin têkîlî bi Bris re danîne bêtir bû.

Zlatan di pirtûka xwe de behsa hejariya malbata xwe dike, ku perê wan tunebûn, diya wî nerihet bû û bi çûvan dikete serê lê dida, ku babê wî alkolîk bû û giraniya şerê Balkanê hê li serê mabû,  ku di dibistanê de kurek nehezkirî bû û hevalpeydakirin jê re zahmet bû. Diziya bisîkletan û bazdana fotbolê re ji bo wî revek bû ji hemû rojên reşetarî.

Zlatan bixwe diaxive:

- Rewşa wan dijwar bû, ev rast e. Diya min pên zaran xwedî dikir, karê paqijiyê dikir, û bi pereyk hindik ve diviya me hemûyan xwedi bikira. Babê min kar dikir lê zêde guh nedida fotbola min. Herçend weka niha giring nebe jî.  Lê dema fotbola min pêşket, serket ew dem li wir bû, û ji wî bixwe re jî deriya macerayan vebû. Piştî wê demê heta niha ew bi min re ye, û  heta îro jî ba min e.

Zlatan Ibrahomovic niha mezintirîn stêrka Swêdê ye û yek ji wan baştirîn li Ewrupayê.  Navê wî gelek mezin bûye û gelek hezkiriye.

Karin Johansson bawer dike ku pirtuka Zlatan jî ser hejariyê dikare bandorek wusa bike.

Zarokên kur hingê keçan alîkariya profesyonel naxwazin, mezin jî bibin ew wusa ye. Ji vê ye ku Karin Johansson bawer dike ku divê kesên  nimûne bêtir hebin da cesaret bikin û behsa rewşa xwe bikin.

Karin Johansson:

-Ez bawer dikim ku alîkarî bike ez bawer wusa bike ku bide nîşan bide ku mirov ecêbek nine ku alîkarî bixwaze. Mirov kur jî bibe dibe ku mirov alikarî bixwaze.

Zlatan Ibrahomovic bixwe dibêje ku armencek wî jî ku wusa eşkere behsa jiyana xwe dike ew bû ku hêviyek bide kesên din jî, û nîşan bide ku mirov wek herkesê din nebe jî mirov dikare serbikeve.

Karin Johansson dibêje ku ev sinyalek giringe ji bo xortan; û jiyan dikare gelek xweş pê de biçe her çend mirov jiyanek nexweş jiya jî be.

Karin Johansson;

- Em di çîrokên zarokan de dibînin ku di zarokbûna wan de, xortaniyan wan de tiştên gelek nexweş jiyane ku hêviyên wan ji jiyanê namîne êdi. Ew dibêjin ”êdi çi pêşeroj nemaye ji me re” dev ji dibistanên berdin û ji bo siberojên xweş jî nafikirin. Her çend jiyan dikare geş  û serkeftî bibe her çend mirov di zarokbûna xwe de nexweş jiya be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".